Li Eyn Îsayê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin bîranîn

Cîgirê Hevserokatiya  Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo li hemberî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk banga şopandina xeta şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê kir.

Li Eyn Îsayê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin bîranîn
16 tîrmeh, 2022   14:32
EYN ÎSA

Bi boneya salvegera 40'î ya Berxwedana 14'ê Tîrmehê ya girtîgeha Amedê, semînerek li navçeya Eyn Îsayê bi amadebûna endamên sazî û komîteyên meclisa kantona Girê Spî hate dayîn.

Semîner ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya  Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo ve hate dayîn.

Sebrî Nebo got, têkoşerên pêşeng Mihemed Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akif Yilmaz ji tevahî gelên azadîxwaz re pêşeng in, di girtîgehên faşîzmê de şoreşek li dar xist û dikarîbûn dengê xwe û dengê gelê xwe bighînin cîhanê, bi vê yekê şoreşa wan ji tevahî gelên bindest re bû îlhamek.

Nebo diyar kir ku berxwedana li girîgeha Amedê destpêka şoreşa çekdarî ya li hemberî dagirkeriya Tirk bû ku çirûska wê 15'ê Tebaxa 1984'an pê ket.

Her wiha bal kişand ser gefên Tirkiyê û diyar kir ku ev gef îradeya berxwedanê ya ku têkoşerên destpêkê yên di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de xêz kirine naşkê.

Sebrî Nebo destnîşan kir ku bûyerên dawî û gefên Tirkiyê yên domdar nermbûna helwesta navneteweyî û bêdengiya wî li hemberî êrişên Tirkiyê yên li ser Sûriyê nîşan dan. Her wiha bang li gelên herêmê kir ku li hember gef û êrişên dagirkeriyê yekitiya xwe xurt bikin û berxwedana 14'ê Tîrmehê esas bigirin û destekê bidin yekîneyên parastinê.

ANHA