​​​​​​​Fermandarê Şîmal Demokratî: Armanca me rizgarkirina herêmên dagirkirî ye

Fermandarê giştî yê Hêzên Şîmal Demokratî Ebû Omer El-Idlibî got "Armanca me rizgarkirina tevahî herêmên Sûriyê yên dagirkirî ye. Hemû planên dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li dijî gel û xaka me dê rastî tundtirîn bersivan were."

​​​​​​​Fermandarê Şîmal Demokratî: Armanca me rizgarkirina herêmên dagirkirî ye
16 tîrmeh, 2022   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê giştî yê Hêzên Şîmal Demokratî Ebû Omer El-Idlibî têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku fedakarî û kedên bêhempa ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di oxira rizgarkirina gelên cîhanê ji sûcên terora rêxistina DAIŞ’ê de dane, hîna berdewam in.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew yek bi hevsengiya bi tecrubeya demokratîk li Rojhilata Navîn ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş dikin, pêk hat. Her wiha pêkhateyên li herêmê bi hevgirtina xwe li hember gefan û sekna bi hêzên xwe yên leşkerî û ewlehî re hişt ku QSD bibe jêdera ewlehiyê ji hemû welatiyên herêmê re.

Fermandar Ebû Omer El-Idlibî di daxuyaniya xwe de got ji ber wê yekê hemû aliyên aktîf û rêxistinên navneteweyî kiryar û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan, wêrankirin û diziya mal û milkan û guhartina demografiyê li Sûriyê, red û şermezar kirin.

‘ÎDIAYÊN ERDOAN ÊN AVAKIRINA ‘HERÊMEKE EWLE’ TÊKÇÛYÎ NE’

Ebû Omer El-Idlibî di daxuyaniyê de destnîşan kir ku bi zêdekirina gef û sewqiyatên leşkerî yên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî herêmên ewle ku bi saya tevahî pêkhateyên gel hatine rizgarkirin û bi hezaran şehîd di vê oxirê de dan, îdiayên Erdogan û planên wî yên avakirina herêmeke ewle eşkere bûn û her kes şahid e ku serçeteyên rêxistinên terorîst bi rêya hêzên Kaolîsyona Navneteweyî û QSD’ê li herêmên dewleta Tirk dagir kirine, tên tesfiyekirin.

Di dawiya daxuyaniyê de Ebû Omer El-Idlibî da zanîn ku li gel bûyer û tevgerên bilez ku di demên borî de pêk hatine, ew wek Hêzên Şîmal Demokratî soza xwe ya parastina gel û xakê nû dikin û dê hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin û tevahî planên dewleta Tirk a dagirker rastî bersivên tund werin.

(fr)