​​​​​​​Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Kobanê hatin bibîranîn

Kongra Star a herêma Firatê di civînekê de berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Kobanê bi bîr anîn.

​​​​​​​Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Kobanê hatin bibîranîn
14 tîrmeh, 2022   19:10
KOBANÊ

Civîn li Dibistana Kaniya Kurdan bi beşdarbûna bi dehan şêniyan hate lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê, Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Mehemed Mehmûd axivî, girîngiya vî rojê û fedekariyên ku şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê dane, destnîşan kir.

Piştre sînevîzyonek li ser Berxwedana 14'ê Tîrmehê ya di girîgeha Amedê de hate pêşndan.

ANHA