Endama ragihandinê ya Komîteya Jinan a Dêrazorê hate qetilkirin

Rojnamevana Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Menal Salih El-Mizel hat qetilkirin.

Endama ragihandinê ya Komîteya Jinan a Dêrazorê hate qetilkirin
14 tîrmeh, 2022   21:15
DÊRAZOR

Rojnamevana Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Menal Salih El-Mizel (22) hate qetilkirin.

Cenazeyê Menal serêjêkirin di maleke kavilkirî de li nêzî kampa bajarokê Mihêmîd ê rojavayê Dêrazorê hate dîtin.

Menal ji gundê Cewala yê Dêrazorê yê di bin serweriya hikumeta Şamê de koçber bûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêpirsîn dan destpêkirin.

ANHA