Şêniyên Kobanê cenazeyên 2 şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle veşartin

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyên du şehîdan; Mehmûd Hesê û Ehmed Muslim li Goristana Şehîd Dîcle oxir kirin.

Şêniyên Kobanê cenazeyên 2 şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle veşartin
Şêniyên Kobanê cenazeyên 2 şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle veşartin
Şêniyên Kobanê cenazeyên 2 şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle veşartin
Şêniyên Kobanê cenazeyên 2 şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle veşartin
Şêniyên Kobanê cenazeyên 2 şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle veşartin
Şêniyên Kobanê cenazeyên 2 şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle veşartin
Şêniyên Kobanê cenazeyên 2 şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle veşartin
Şêniyên Kobanê cenazeyên 2 şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle veşartin
Şêniyên Kobanê cenazeyên 2 şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle veşartin
13 tîrmeh, 2022   17:55
KOBANÊ

Li goristanê, endamê rêveber ê Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Navçeya Sirînê Sabrî Mihemed Mesê axivî û got: “Şehîd Mehmûd, bersiva banga azadiyê da û li ku derê bû, bi berpirsyariyî û giyanê welatparêziyê tev digerî. Her tim xwe bi pêş dixist û xwe û hevalên xwe li ser vê rêyê birêxistin dikir. Em soza şopandina wan dubare dikin.”

Paşê hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê Firyaz Berkel bi navê Kongra Star axivî û got: “Şehîd sedema hebûna me li vir e û hevgiritna şêniyan e. Divê em tê bigihêjin xeteriya gefên dewleta Tirk a dagirker û şerê taybet ku li dijî gelê herêmê dimeşîne.”

Her wiha hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim bi navê malbata her du şehîdan axivî û sersaxî da malbatên şehîdan û got: “Şehîd Ehmed mîna malbata xwe ya welatparêz, xwedî giyenekî welatparêz bû.”

Muslim wiha domand: “Li gel ku hemû cureyên lîstikên qirêj li dijî me tên lîstin, divê em destkeftiyên xwe, Rêveberiya Xweser û şoreşê biparêzin ku hindek maye em salvegera wê ya 10`an pîroz bikin. Dagirkerî wê nikaribe gelê me têk bibe û axa me dagir bike ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan.”

Her du şehîdan Mehmûd Hesê (Mehmûd Kobanê) ku endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn e li Sirînê şehîd bûye, Ehmed Muslim (Can Şêr) ku endamê Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê bû li herêma Dêrazorê şehîd bûye.

Piştî bidawîbûna axaftinan, wesîqeyên şehadeta her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Paşê girseya gel, cenazeyên şehîdan spartin axê.

(şx)

ANHA