Heyet Tehrîr El-Şam 6 welatî ji Efrînê revandin

Çeteyên "Heyet Tehrîr El-Şam" 6 welatî ji navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî revandin.

Heyet Tehrîr El-Şam 6 welatî ji Efrînê revandin
12 tîrmeh, 2022   08:15
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyê ji herêmê, çeteyên "Heyet Tehrîr El-Şam" (Cebhet El-Nusra berê) 6 welatiyên ji gundên navçeya Şêrawayê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Li gorî çavkanî navên wan wiha ne;

Osman Xelîl, Îbrahîm Cuma û Henîf Osman ji gundê Beiyê, Ehmed Cemal û Hemîd Seydo ji gundê Xezawiyê û Teysîr Salih jî ji gundê Basûfanê.

Heman çavkanî da zanîn ku çeteyan bi fermana seçete "Ebû Mihemed Qelemonî" yê yekser girêdayî MÎT’a Tirk welatî hatin revandin.

Çeteyên "Heyet Tehrîr El-Şam" ji Gulanê ve li gelek gundên navçeyên Şêrawa û Cindirêsê yên kantona Efrînê ya dagirkirî bi cih bûne û li eniyên şer belav bûne. Ew yek jî ji bo plana dewleta Tirk a dagirker ku "kembera reş ji endamên terorîst li eniyên şer ji başûrê Efrînê heta bi Minbic û rojavayê Kobanê ava bikin" pêk hat.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji "Artêşa Nîştimanî" û "Heyet Tehrîr El-Şam" sûc û binpêkirinên li dijî welatiyên li bakurê Sûriyê ji qetilkirin, revandin, îşkencekirin û sûcên li dijî jinan berdewam dikin.

(fr)

ANHA