‛Heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan em ê têkoşînê xurt bikin’

Koçberên Efrînê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan got “Divê gel xwedî li rêber Apo derkeve. Ji ber ku roj roja azadiya fizîkî ya rêber Apo ye.”

‛Heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan em ê têkoşînê xurt bikin’
12 tîrmeh, 2022   07:58
ŞEHBA

Welatiyên Efrînê yên li kampên Şehbayê dijîn, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û bang kir ku di demeke nêz de hevdîtin pê re bên kirin.

Fatme Beko da zanîn ku tecrîda li ser rêber Abdulah Ocalan li ser mirovahiyê bi giştî ye û got: “Em jin, em ê her tim li qadan bin da ku rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin, ji ber ku azadiya rêber Apo azadiya jinan e. Her wiha heta Efrînê jî rizgar bikin em ê berxwedana xwe dewam bikin.”

Fatme Beko wiha domand: “Em ne tenê agahiyan dixwazin, lê belê azadiya fîzîkî ya rêber Apo dixwazin. Em ê heta nefesa dawîn a jiyana xwe ji bo azadiya rêberê xwe tê bikoşin.”

Fatme Beko bang li gel kir ku xwedî li rêber Abdullah Ocalan derkeve û wiha lê zêde kir: “Bila rêxistinên mafên mirovan şerm bikin û bi erka xwe rabin û qanûnan binpê nekin. Bila cîhan tevahî bizane em ji rêberê xwe bernadin, em ê her tim doza rêber Apo bişopînin û têkoşîna xwe di wê oxirê de bilind bikin.”

Welatiyê bi navê Osman Silêman jî têkildarî tecrîda li ser rêber Ocalan wiha got: "Her kes û dewletên ku cihê xwe di vê komploya li ser rêber Ocalan de girtiye, bi tundî şermezar dikin. Yê ku bi navê mafê mirovan bang dikin, tiştek ji mirovahiyê nas nekirine û eger nas kiribin jî nêzî 3 sal e tecrîdeke giran li ser Serokatî tê meşandin û nahêlin ne malbat ne jî parêzer rêber Ocalan bibînin. Li hember vê yekê tu helwest nîşan nedane.”

Ciwanê Efrînê bi navê Îbo Elî jî got teqez ew ê tecrîd were şikandin û wiha got: “Em ciwan hetanî azadiya fîzîkî ya rêber Apo pêk bê, dê xew li me heram be. Pêwîst e heyanî em agahî ji rêberê xwe bigirin, her kêlî li ser pêyan bin û bê navber tê bikoşin. Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin.”

ANHA