Rojnameyên erebî: Nakokiyên aliyên siyasî yên iraqî berdewam in

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa xetimîna siyasî li Iraqê, nakokiyên Urdinê bi Îranê re û rewşa Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Nakokiyên aliyên siyasî yên iraqî berdewam in
12 tîrmeh, 2022   07:53
NAVENDA NÛÇEYAN

‛BERDEWAMA NAKOKIYÊN ALIYÊN SIYASÎ DÎMENA IRQÊ GIRÊKTIR DIKE’

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Hêzên Çarçoveya Hemahengiyê hêvî dikir ku betlaneya cejnê wek fesendeke ji bo diyalogên kûr bin ku bi rêya wan bigihîne lihevkirinan, lê xitbeya înê ku rêveberên Şîe dane ew yek di navbera wan de qut kir. Ji wê zêdetir jî di hundirê hêzên Çarçoveya Hemahengiyê de tu lihevkirin li ser namzetekî ji serokwezîr re tune ye. Li aliyekî din jî navên 3 kesan ji bo erka serokwezîrtiyê derdikeve pêş. Ew jî serokê Dewleta Yasa Nûrî Malikî, serokê Hevpeymana Fetih Hadî Amirî û Heyder Ebadî.

Hêzên dewletê bi serokatiya Emar El-Hekîm ku tê de serokwezîrê berê Heyder Ebadî heye nêrîneke nû ji bo çareserkirina xetimîna siyasî li welat pêşkêş kir. berdevkê Hevpeymana El-Nesir Seed El-Lamî di daxuyaniyeke Hepeymana Hêzên Dewletê de însiyatîfeke nû dest pê kir, ew jî xwe dispêre; merheleya demkî û hikumeta navîn. Ew her du jî ji bo parastina sîstema siyasî pêwîst in."

‛PEYAMÊN BINAKOK ÊN URDINÊ JI ÎRANÊ RE’

Girêdayî rewşa Urdinê rojnameya El-Ereb ev tişt nivîsî: "Serokwezîrê Urdinê Beşir El-Xesawine roja yekşemê got welatê wî hewl dide têkiliyên nû bi Îranê re deyne û rojekê jî bi Îranê re dan û standin nekiriye ku jêdera gefa li ser ewlehiya wê ya neteweyî ye. Ev helwest bi hewldanên şahê Urdinê Ebdullah El-Sanî re ku banga avakirina NATO’yeke erebî li hember Îranê dike, bi nakok in.

Çavdêrên rewşa Urdinê dişopînin, da zanîn ku Uman hewl dide rolên pêşketî di dosyayên herêmî de bilîze, mîna dosyaya aştiyê bi Îsraîlê re yan jî sekna li hember Îranê. Lê dema li hember coşa wê sarbûneke herêmî çêdibe helwestên xwe diguhere û guman bi derfetên aştiyê dike. Ji wan jî helwestên wê yên li pey pêla aştiya nû ya di navbera dewletên ereb û Îsraîlê de, civîna Neqeb a di Adara borî de."

‛KONFERANSA LIHEVANÎNA NETEWEYÎ YA LÎBYAYÊ BI SPONSERIYA AFRÎKAYÊ YE’

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya Itîhad El-Îmaratî wiha nivîsî: "Yekitiya Afrîkayê ragihand ku ew israr dike ku konferanseke giştî ji bo lihevanîna neteweyî di navbera aliyên Lîbyayê de li dar bixe.

Ev yek di demekê de tê ku pêncşemê wê civînek li Fransayê li dar keve ku rêyên çareserkirina xetimîna siyasî li Lîbyayê werin nîqaşkirin û lihevkirineke li ser hîma destûrê ji bo hilbijartinan were çêkirin.

Nûnera taybet bi serokê komseriya Yekitiya Afrîkayê Wehîde El-Eyarî da zanîn ku komîteyeke payebilind a Yekitiya Afrîkayê israr dike ku konferanseke giştî ji bo lihevanûna neteweyî ya giştî çêbibe."

(fr)