Gundên Şera û Şêrawayê hatin topbarankirin

Şeva din artêşa Tirk a dagirker gelek gundên navçeyên Şera û Şêrawayê yên kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran kirin.

Gundên Şera û Şêrawayê hatin topbarankirin
12 tîrmeh, 2022   06:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçegihanên ji herêmê, artêşa Tirk a dagirker şeva din gundên Meyasê, Zirneîtê û Burc Qasê yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran kirin.

Heman wextî gundên Şewarxa û Tat Meraş ên navçeya Şerayê ya kantona Efrînê ya dagirkirî jî topbaran kirin.

(fr)

ANHA