​​​​​​​‛Divê qada hewayî were girtin û sînorek ji sûcên Erdogan re were danîn’

Şêniyên Kobanê  bang kir ku divê qada hewayî ya herêma were girtin û sînorek ji sûcên Erdogan re were danîn û got: "Em amade ne parastina herêmê bikin û çi dagirkeriyê qebûl nakin." ‎

​​​​​​​‛Divê qada hewayî were girtin û sînorek ji sûcên Erdogan re were danîn’
12 tîrmeh, 2022   05:56
KOBANÊ ‎

Şêniyên Kobanê têkildarî hedefgirtina welatiyan ji hêla balafirên bêmirov ên dewleta Tirk ve ji ajansa me re axivîn. ‎

‛EM Ê ÇAWA ARAM BIJÎN Û BALAFIRÊN DEWLETA TIRK LI ‎ASÎMANÊN ME DIGERIN’

Welatiya bi navê Zehra Cezairî têkildarî şerê li dijî kurdan wiha got: "Şerê li dijî me tund e û dirêj kir û dewletên ji bo bidawîkirina krîzê destwerdanê dikin, derew û desthilat in. Ew li pey berjewendiyên xwe ne."

Zehra Cezairî wiha domand: "Ên ku aştiya herêmê dixwazin divê ‎qedexeya hewayî ferz bikin, ji ber ku ew rêya yekane ya aştiyê ‎ye. Heta balafirên dewleta Tirk li herêmên me ne, mal û erebeyên me bombebaran dikin, em bi ewle najîn. Tu kes qebûl nake bajar û welatî werin hedefgirtin."

Welatiyê bi navê Îbrahîm Mihemed da zanîn ku ew dagirkirina çi bihoste ji vê xakê red dike û wiha got: "Ev ax ji rojhilatê wê heta ‎rojava û ji başûrê wê heta bakur a me ye û em ê vê axê biparêzin û nehêlin dewleta Tirk, dagir bike." ‎

Îbrehîm Mihemed ji ber binpêkirina dewleta Tirk Tirkiyê ji xaka qada hewayî ya Sûriyê û bêdengiya navneteweyî re matmayî ma û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk a dagirker bi ‎sedan salane hewl dide nasnameya pêkhateyên ku bi hev re ‎dijîn tune bike, van pêkhateyan êrişî tu kesî nekiriyee û ‎xeteriya li ser tu kesî çênekiriye, lê belê gunehê wan tenê ‎lêgerîna aştî û ewlehiyê ye."

‛EGER ÇI BIKIN JÎ, NIKARIN KURDAN TUNE BIKIN’

Li aliyekî din jî Xelîl Mistefa wiha got: "Eger dijmin çi bike jî nikare vîna me ‎bişikîne. Gefan li dijî me dixwin û em bersivê wê bi aştiyê didin. Em gelekî fêrî jiyana birûmet û aştî bûne. Lê dema rastî zulmê werin, bêdeng namînin. Çi bikin jî nikarin kurdan tune bikin."

Xelîl Mistefa wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em nizanin civata navneteweyî ku îdiaya parastina mafên mirovan dike ji paşguhkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê çi sûdê werdigire. Dem dema danîna sînorekî ji sûcên Erdogan re ye."

(dm)

ANHA