Balafirên şer ên Tirkiyê Metîna bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Metînayê bombebaran kir.

Balafirên şer ên Tirkiyê Metîna bombebaran kir
11 tîrmeh, 2022   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên bi hevkariya PDK’ê û ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Şeva din balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdora gundê Sêgirê ku dikeve devera Nihêla ya ser bi navçeya Amediyê bombebaran kir.

Li gorî agahiyan balafiran îro careke din çiyayê Metînayê bombebaran kir. Der barê ziyanan de tu agahî bi dest neketin.