Meclisa Til Rifetê êriş û gefên dewleta Tirk şermezar kirin

Meclisa Navçeya Til Rifetê gefên dewleta Tirk a dagirker li ser Til Rifetê şermzar kirin û da zanîn ku dagirker krîzên navneteweyî ji bo pêkanîna armancên xwe yên mêtîngeriyê li xaka Sûriyê û guhartina demografiya wê bi kar tîne.

Meclisa Til Rifetê êriş û gefên dewleta Tirk şermezar kirin
11 tîrmeh, 2022   10:16
ŞEHBA

Bi dehan şêniyên herêma Efrîn û endamên Meclisa Navçeya Til Rifetê li qada sereke ya navçeyê ya kantona Şehbayê kom bûn û tev li daxuyaniyê bûn.

Endamê meclisa Mihemed Hisên bi zimanê kurdî û Emîna Îsa bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Bi nêzbûna hilbijartinên Tirkyê û reva ji krîzên hundirîn dewleta Tirk asta gefên xwe yên yekser di destwerdana li hundirê Sûriyê de bilind dike û tevahî mîsaq û qanûnên navneteweyî bin pê dike."

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker her derfetekê û krîzên navneteweyî bi kar tîne da ku projeyên xwe yên berfirehkirin û nijadperestiyê li bakurê Sûriyê pêk bîne. Armanca wê ji êrişên leşkerî valakirina herêmê ji şêniyên wê û bicihkirina penaberan e ku guhartina demografîk mîna li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kiriye, pêk bîne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirekr her tim hewl dide mafên rewa yên gelê Kurd, destkeftiyên wî derbe bike, da ku planên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne.

Di daxuyaniya meclisê de ev tişt hate gotin: "Em şêniyên Efrîn û Til Rifetê bêdengiya dewletên garantor ku derfetê ji bo pêkanîna planên dagirkeriya Tirk vedikin, şermezar dikin. Her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker û pêkanîna komkujiyan li dijî şêniyên me jî şermzar dikin."

Di dawiya daxuyaniyê de meclis û şêniyan got ew ê berpirsiyariyên xwe li gorî ewlehî û îstîqrar pêk were bikin, da ku gel bi rûmet û azad bijî.

(fr)

ANHA