​​​​​​​Piştî civîna NATO'yê 11 Kurd hatin revandin û kesekî bi temen hate qetilkirin

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku zêdebûna êriş û gefên dewleta Tirk a dagirkr nîşaneyeke ku wê erêkirina qirkirina gelan ji NATO'yê wergirtiye.

​​​​​​​Piştî civîna NATO'yê 11 Kurd hatin revandin û kesekî bi temen hate qetilkirin
11 tîrmeh, 2022   00:51
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Ji roja yekemîn a êrişên dagirkirinê yên li ser Efrîn û Serêkaniyê ve, sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî welatiyên li herêmên dagirkirî ranewestiyane.

Piştî civîna NATO'yê ya ku 30'ê Hezîrana borî li paytexta Spaniya, Madrîdê hatibû lidarxistin, dewleta Tirk sûcên xwe li dijî welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet ên li herêmên dagirkirî zêde kirine.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî sûcên xwe yên li dijî welatiyan, ji qetilkirin, revandin û tengavkirina wan bi mebesta koçberkirina wan û têkbirina ewlehiya herêmê zêde kirine. Her wiha gefên dagirkirina Til Rifet û Minbicê dixwe û bi tank, top û balafiran welatiyan dikin hedef.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo ji ajansa me (ANHA) re diyar kir ku dewleta Tirk bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bes nedît, lê çavê wê li dagirkirina herêmên din û pêkanîna projeyên mêtîngeriyekê heta demeke dirêj e.

Têkildarî sûcên ku li dijî niştecihên resen têne kirin Şêxo ev tişt anî ziman: "Dagirker li herêmên ku dagirkirine hemû cûreyên sûcan pêk tînin. Di demên dawî de, nemaze piştî bidawîbûna civîna NATO'yê ku 28'ê Hezîranê hatibû lidarxistin, asta sûcên xwe zêde kirine. 11 bûyerên revandinê û qetilkirina kesekî bi temen di rewşeke ne diyar de hatin belgekirin. Heman demê gefên dagirkirina herêmên nû yên Sûriyê dixwe."

Têkildarî "herêma ewle" ku Erdogan îdia dike ku ji bo "parastina ewlehiya neteweyî" di kurahiya 30 km di xaka Sûriyê de ava bike, berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide herêmeke tijî qetilkirin û sûc li dijî şêniyan ava bike. Ji wê zêdetir komên çete yên girêdayî şerê hev dikin ku jiyana şêniyan dixin xeteriyê mîna ku li herêmên Bab, Cerablus, Ezaz, Efrînê têne kirin."

Îbrahîm Şêxo îşaret pê kir ku dema mijar girêdayî doza kurdî û gelên herêmê be, herêm li ser dewleta Tirk dibe xeterî û wiha dom da axaftina xwe: "Lê bûyerên ku li herêmên dagirkirî rû didin, ji hebûna endam û fermandarên rêza yekemîn ên çeteyên DAIŞ'ê û komên di lîsteya terorê ya cîhanê de hatin sinifandin, herêm ji bo serokê Tirkiyê Erdogan dibe ewle."

Şêxo diyar kir ku hemû sînyal didin nîşandan ku Tirkiyê di civîna NATO'yê de erêkirina qetilkirina gelên herêmê wergirtiye.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navneteweyî û dewletên têkildarî dosyaya Sûriyê kir "Bi çi navî dibe bila bibe, heger bi navê mirovî be jî, rê nedin Tirkiyê ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, sûc û binpêkirinên li dijî sivîlên li herêmên dagirkirî rawestînin."

ANHA