ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-07-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-07-2022
10 tîrmeh, 2022   23:00

- Endamê Nivîsgeha Ewqaf a Şedadê Mele Ebdulqadir Şaban tecrîda li Îmraliyê bi şerê di navbera heq û neheqiyê de bi nav kir û got: "Tecrîda li ser rêbertî fîzîkî ye, lê rih û fikirên wî azad in." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku zêdebûna êriş û gefên dewleta Tirk a dagirkr nîşaneyeke ku wê erêkirina qirkirina gelan ji NATO'yê wergirtiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fîras Qesas anî ziman ku gefên Tirkiyê dînbûn û dijbertiya wê ya li hemberî herêmên Rêveberiya Xweser nîşan dide. Her wiha bang li gelê Sûriyê kir ku destekê bidin rewşa awarte û tecrûbeya Rêveberiya Xweser biparêzin. (BI WÊNE).

- Siyasetmedaran bang li civata navneteweyî kir ku qenciya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerînin û qada hewayî li ber balafirên dewleta Tirk a dagirker bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Xabûr Akad diyar kir ku li hemberî her êrişeke dagirkeriyê ya Tirkiyê vebijêrka wan a yekane berxwedan e û armanca wan rizgarkirina herêmên dagirkirî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

- Li Lîbyayê piştî xwepêşandanên gel û berdewamkirina destwerdanên derve tu çareserî li asoyan xuya nakin, lê belê roj bi roj bi girêktir dibe.

ANALÎZ

-Li gorî bîlançoya meha borî li Tirkiyê 31 jin hatin qetilkirin. Ev ne tenê hejmar in. Nîşaneyeke sosyolojiya civakê ye. Ew wêneyê krîmînal ê desthilatê ye. Kuştina nasnameya jinan e, kesayeta wan e. Manîfestoya polîtîkaya dewletê, sîstema dadgeriyê, hiqûq û têgihiştina edaletê ye. Kuştina jinekê bi destê mêrekî kujer, nîşaneya terora dîktatorê faşîst a li nava civakê ye.

ANHA