Rojnameyên erebî: Dosyaya alîkariyên ji Sûriyê re di bin siya berjewendiyên navneteweyî de ye

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa dosya derbaskirina alîkariyên mirovî bo Sûriyê û helwesta Rûsyayê li hemberî wê, aloziya siyasî ya Lîbyayê û tevgera leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê kir.

Rojnameyên erebî: Dosyaya alîkariyên ji Sûriyê re di bin siya berjewendiyên navneteweyî de ye
9 tîrmeh, 2022   07:58
NAVENDA NÛÇEYAN

‘RÛSYA LI HEMBER ŞANDINA ALÎKARIYAN JI BO MILYONAN SÛRIYAN VETO BI KAR ANÎ’

Der barê kar û barên Sûriyê de, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Konseya Ewlehiyê duh (înê) hêviyên bi milyonan sûriyan têk birin. Her 15 endamên konseya NY`yê nikarîbûn li ser formekê ji bo dewamkirina gihandina alîkariyên mirovî bi rêya sînor, li hev bikin. Rûsyayê li dijî projeya biryarê ya Îrlanda û Norwêcê pêşkêş kiriye, veto bi kar anî.

Ruxmî hewldanên dîplomatîk ku di encamê de daxwaza Rûsyayê ya kêmkirina destûrdayîna gihandina alîkariyan ji 12 mehan bo 6 mehan hat bersivdayîn jî, Moskovê li dijî projeya ku erêkirina 13 dewletan girt, mafê vetoyê bi kar anî, Çînê jî dengê xwe neda.

Rojnameyê daxuyand ku dema ku projeya Rûsyayê xistin dengdanê, tenê du deng (Rûsya, Çîn) bi dest xistin, 3 welatên din jî (DYA, Brîtanya, Fransa) li dijî wê dengê xwe bi kar anîn, 10 welatan jî dengê xwe neda. Nûnera DYA`ê got: “Ev rojeke reş e li Konseya Ewlehiyê, ji ber Rûsyayê bi rengekî mixabinî veto bi kar anî.”

‘REWŞA SIYASÎ YA LÎBYAYÊ BIGIRÊKTIR DIBE’

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Lîbyayê, nivîsî: “Xîtaba dijber di navbera alîgirên serokê Meclisa Serokatiyê û alîgirên serokê Meclisa Nûneran de tund bû. Ev yek piştî helwesta li hemberî xwepêşandanên ciwanan, serdegirtina avahiya parlamentoyê li bajarê Tebraq ê li rojhilatê Lîbyayê û şewitandin û talankirina belgeyên îdarî yên girîng di parlamentoyê de, pêk tê.

Endamê Meclisa Nûneran Elî Tekabilî dibêje: “Ji yên ku destê wan di êrişa li dijî parlamentoyê de heye, komeke kesên ser bi serokê Meclisa Serokatiyê Mihemed El-Menfî û birayî wî ve ne û pere girtine.

Tekabilî destnîşan kir ku dema her tişt zelal bibe, divê nûnerê giştî li hemberî kesên li pişt êrişê tedbîrên pêwîst bigire. Her wiha diyar kir ku pirsgirêka li Lîbyayê pir mezin e.

Serokê Meclisa Nûneran Eqîla Salih, Mihemed El-Menfî bi sekinandina li pişt êrişa li dijî parlamentoyê ku hefteya borî pêk hatiye, tawanbar kiribû.

Li aliyê din, Samî El-Menfî ku birayê Mihemed El-Menfî ye got destê wan di bûyerê de tune ye û tawanbarkirina wî û birayê xwe ji aliyê Eqîla Salih ve wekî hewldaneke pêşxwext a astengkirina lidarxistina hilbijartinan hesiband.

Bandorên qebîlatî û civakî jî yên vê dozê hebûn. Qebîleya El-Menfe ku Mihemed El-Menfî ji wê ye, tawanbariyên li dijî wî red kirin û banga lêpirsîneke giştî ji aliyê tîmeke bêalî ve kir.

Li gorî çavdêran, tevî ku serokê Meclisa Serokatiyê û serokê Meclisa Nûneran ji herêmekê ne (herêma Berqa), lê belê îhtimal heye ku şerê siyasî yê di navbera wan de gurtir bibe û pê re rewşa parçebûnê ya li welêt zêdetir bibe. Çavdêr her wiha destnîşan dikin ku nakokiyan di navbera her du aliyan de ji bo rêgirtina li pêş însiyatîfên guhertina rewşa siyasî ya heyî ye.”

‘PIŞTÎ 'LUHANSK', ÇAVÊ RÛSYA LI 'DONETSK' E’

Têkildarî tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê, rojnameya Ukaz wiha nivîsî: “Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, welatên rojavayî tawanbar kirin ku zextê li Kîevê dikin da ku beşardarî pêvajoya aştiyê nebe. Lavrov duh daxuyanî da û got Moskov vî tiştî qebûl nake. Li gorî medyaya Rûsyayê, Lavrov di civîna G20’an de jî gotibû, xwesteka rojavayiyan a serkeftina Ukraynayê li dijî Rûsyayê, îhtimala pêvajoya aştiyê asteng dike.

Li aliyê din, hêzên Rûsyayê li rojhilatê Ukraynayê zextê li hêzên Ukraynayê didomînin, yên ku hewl didin parastina xeta li sînorên bakurê herêma Donstekê bikin.

Piştî ku bi temamî herêma Luhanskê xist bin kontrola xwe, Moskov eşkere niyeta xwe ya kontrolkirina beşên herêma Donetskê tîne ziman.

Piştî topbarana dijwar a bi moşekan, tê payîn ku Rûsya êrişî bajarê Kramatorsk bike.”

(cx)