Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê banga girtina qada hewayî ya herêmê kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê diyar kir ku ew piştgiriyê dide biryarên Rêveberiya Xweser ên ji bo bersivdayîna êrişa dagirkeriya Tirk li dijî herêmê. Meclisê banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê banga girtina qada hewayî ya herêmê kir
9 tîrmeh, 2022   08:04
 ŞEHBA

Bi dehan malbatên şehîdan ên herêma Efrînê îro li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek da.

Endama meclisê Menal Şêxo daxuyanî bi zimanê erebî xwend, bi zimanê kurdî jî endamê Komîteya Perwerdeyê ya TEV-DEM`ê ya herêma Efrînê Avdar Ebdo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi armacên gefên dagirkeriya Tirk û êrişên wê yên rojane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kişandin û hate gotin: “Armanc pêkanîna Mîsaqî Millî û vegerandina serdema Osmaniyan e. Ji bo wê, bi bihaneya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî hewl dide herêmên din ên Sûriyê dagir bike.”

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bang li welatên garantorên agirbestê (Rûsya û DYA) kir gef û binpêkirinên rojane yên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê, koçberkirina şêniyan û guhertina demografiya herêmên dagirkirî, rawestînin.

Meclisê diyar kir ku Tirkiye ku endama NATO`yê ye bi rêya fînansekirina komên terorîst wekî DAIŞ, Cebhet El-Nusra û hwd, hemû bend û qanûnên navneteweyî yên têkoşîna li dijî DAIŞ`ê misoger dikin, binpê dike.

Meclisê her wiha da zanîn ku piştgiriya leşkerî ya nû ji bo van koman li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dê hemû hewldanên Koalîsyona Navneteweyî û şirîkên wê (QSD) û hêza wan di şerê li dijî DAIŞ`ê de qels bike, bibe sedema tevliheviyê.

Di daxuyaniyê de teqezî bi piştevaniya biryarên Rêveberiya Xweser hat kirin. Her wiha bang li welatên endamên Koalîsyona Navneteweyî bi taybetî Amerîka, Brîtanya, Fransa, her wiha bang li Rûsyayê hat kirin ku tedbîrên hişk li dijî Tirkiyê bigirin û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin da ku dagirkeriyeke nû li herêmê çênebe û jiyana bi milyonan mirovan nekeve xetereyê.

Meclisê her wiha destnîşan kir ku ew jî tev li helwesta partî û hêzên siyasî û nîştimanî yên Bakur û Rojhilatê Sûryê dibin. Meclisa Malbatên Şehîdan bang li gelê li hundir û derve kir ku bi çalakiyan rabin û ji bo rawestandina vê dijminahiyê û hesabxwestina ji dewleta Tirk, zextê bikin.

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina Berxwedana Serdemê û berxwedana şêniyên Efrînê yên li kampan bi dawî bû.

ANHA