Li Rojava rewşa awarte -ŞUKRU GEDÎK

Li Rojava rewşa awarte -ŞUKRU GEDÎK
8 tîrmeh, 2022   00:28

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi îlankirina rewşa awarte bersiv da gefên dîktatorê faşîst ê dewleta Tirk Erdogan ku dixwaze Rojava dagir bike. Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ku ji aliyê gerîla ve hatiye têkbirin, ji bo krîza mezin a nava malê dûrî çavan bike, êrişî Kurdan dike. Komên civakî yên bê hiş jî kirine, bi propagandaya nîjadperest, neteweperest û şovenîst ketine pey dîktator.

Jixwe li Rojava û seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên rojane dewam dikin. Lê belê tevî vê yekê jî divê were payîn ku dewleta Tirk bi êrişeke nû ya dagirkeriyê hewl bide aramiya herêmê xera bike. Heta ku dîktatorê faşîst Erdogan li ser desthilatê be, gefên êrişkariyê dê her hebin. Li hemberî van êrişan ku dewama êrişên DAIŞ'ê ne, neçar e ku gel li gorî mafê xwe yê parastina rewa tedbîrên parastina xwe bigirin. Şefê faşîst Erdogan ji bo ku hêzên global û herêmî bike hevkarên xwe, gefên êrişkariyê û derewên cur bi cur dike û hincetên faşîzane nîşan dide. Di ser dijminahiya Kurdan re heta xwe jî bazar dike, gef û guran dixwe û hewl dide ji bo êrişên xwe destûrê ji hêzên navneteweyî bigire.

Di civîna dawîn a NATO'yê de yekane şertê ku Tirkiyê di berdêla Swêd û Fînlandiya bibin endamên NATO'yê ferz kir, dijminahiya Kurdan bû. Kurdan wek "terorîst" li pêkhateyên NATO'yê ferz dike. Daxuyaniya hevpar a li gelên Skandînavyayê ferz kirin ku nêzî krîterên demokratîk in, tê wê wateyê ku dê bibin hevparên dijminatiya li Kurdan. Her ku dilopeke xwîna Kurdan were rijandin, berpirsyariya NATO'yê jî tê de heye. Di şerê qirêjî yê li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de, desteka NATO'yê aşkera ye. NATO bi vê helwesta xwe, bi desteka xwe ya leşkerî-siyasî-aborî, dîplomatîk, teknîka pêşketî û îstîxbaratê ya ji dewleta Tirk re, li dijî gelê Kurd sûc dike.

Niha Swêd û Fînlandiyayê jî li vê hevkariya sûcan zêde dikin. Bi daxwaza dewleta Tirk a dijminatiya li Kurdan a ji bo endamtiya NATO'yê û qebûlkirina van şert û mercan re, dê hemû welatên NATO'yê ji êrişên dagirkeriyê yên li hemberî Rojava berpirsyar bin.

Kurd li dijî belayeke global a mîna DAIŞ'ê tê koşiyan û ewlehiya gelên Ewropayê jî mîsoger kir. Bêyî ku li benda tu tazmînatekê bin û bi berdêlên mezin ev yek kirin. Li gel vê jî bi navkirina wan wek terorîst, bi temamî durûtî ye ku Kurdên ku li dijî DAIŞ'ê şer dikin, wek dijmin bi nav bikin. Ji bo êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi awayekî vekirî erê bikin û heta bi bêdengiyê bidin pejirandin, tê wê wateyê ku kujerên Kurdan in û şirîkên sûcên DAIŞ'ê ne.

Lewma jî parastina Rojava li hemberî êrişên mêtingeriyê yên gengaz dê bibe parastina mirovahiyê. Ji ber ku êrişên dewleta Tirk vejandina DAIŞ'ê ne. Ewropî vê yekê baş dizanin. Her wiha baş tê zanîn ku li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, pêkanînên ji yên DAIŞ'ê xerabtir hene. Hevkariya li êrişên dewleta Tirk jî  desteka ji DAIŞ'ê re ye. Îcar ev hezkirina ji DAIŞ’ê re û dijminatiya li hemberî Kurdan çima? Her kî yan jî kîjan dewlet, ên şirîkên qetilkirina Kurdan in, yên xwîna Kurdan dirijînin, li pêşberî dîrokê sûcê li dijî mirovahiyê kirine. Heke serî li ber ferzkirinên dewleta Tirk bitewînin, dê Swêd û Fînlandiya jî di nava vê zincîra sûc de cihê xwe bigirin.

Di demeke dirêj de êrişa dewleta Tirk a li ser Rojava ji bo herêmê rewşeke kaotîk derxe holê û bi pêşengiya NATO'yê Efganistanke nû were afirandin.

Dewleta Tirk a faşîst bi komên çete yên olperest ên radîkal re ku di bin parastina wê de ne, êrişan pêk tîne û demografiya xaka Kurdan diguherîne û li cihên ewle ji bo çeteyan çêdike. Vê yekê bi desteka NATO'yê dike. Divê were zanîn ku ev polîtîka dê mîna bûmerangekê bizivirin û li Ewropayê bikevin.

Ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mijareke jiyanî ye ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst ku desteka xwe ji NATO'yê digire û çeteyên wê, tim û daîm amade bin. Biryara Rêveberiya Xweser a rewşa awarte cidiyeta vê mijarê nîşan dide û nîşan dide ku ji nişka ve êriş dikarin pêk werin. Li dijî çeteyan û dewleta Tirk ku dijminê mirovahiyê ye, bi şerê gel ê şoreşgerî avakirina xeteke topyekûn a berxwedanê û parastina welat erka herî bingehîn e.

Heke bi propagandaya reş a dijmin, taktîkên şerê taybet û rêbazên şerê psîkolojîk nexapin, bi parastina navxweyî ya çalak dê dijmin teqez têk biçe. Em bi tecrubeya xwe ya li Zap, Metîna û Avaşînê bi bêçaretî û têkçûna dijmin a li hember gerîla dizanin. Li Rojava jî dê bi hêsanî were têkbirin.

Gelê ku biryara şerê gel ê şoreşgerî dabe, dikare her tiştî bi ser bixe. Dîrok bi mînakên vê yên bêhejmar tijî ye. Firsendên pir mezin hene ku bi biryardarî dijmin were têkbirin. Êrişeke dagirkeriyê ya li ser Rojava dê bibe êrişa dawîn a dijmin. Her wiha dê rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî, nemaze Efrînê, bi xwe re bîne.