ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-07-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-07-2022
7 tîrmeh, 2022   23:00

-Şêniyên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir û Şedadê di êvara Cejna Qurbanê de serdanên goristanên şehîdan dikin, saet 20:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hesen Koçer diyar kir ku ragihandina rewşa awaret ne ji bo tirsandina gel e, lê ji bo zêdekirina amadekariyên bersivandina êrişên Tirkiyê ye. Hesen Koçer got: "Berxwedana me wê vê care cûda be. Em ê bi parastinê tenê sînordar nemînin, lê em ê herêmên dagirkirî jî rizgar bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan biryara desthilata Tirk a ''cezayên dîsîplînê''li djiî rêber Ocalan û sê hevalên wî bi “karê dermirovî” bi nav kirin û banga xurtirina têkoşînê ta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sekretêrê Partiya Guhertin û Ronesans a Sûriyê, Mistefa Qelacî bal kişand ser metirsiya planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û banga lihevkirinê li Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê kir. Her wiha bang li tevahî gelê Sûriyê kir ku li hemberî dagirkeriya Tirk seferberiyê ragihînin. (BI WÊNE).

-Şêniyên Qamişlo gotin, biryara ragihandina rewşa awarte di cih de ye û di demeke guncaw de hat û diyar kirin ku ew ê li hemberî êrişên dagirkeriyê xaka xwe biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Adar Cûdî û Diyadîn Bab li ser heman armanca rizgarkirina bajarên di bin dagirkeriyê û parastina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tev li meclisên leşkerî bûne ku niha jî di çeperên herî pêş de parastina welat dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ev çend salin gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga girtina qada hewayî ya herêmê li pêş balafirên Tirkiyê dikin, ku pê gelê Sûriyê tê kuştin. Lê belê Konseya Ewlehiyê û hêzên navneteweyî wekî her carê guh nadin wan dengan. Nivîskar û rojnamevan Hisên Omer dibêje ku hêzên herêmî bidawîkirina şerê Sûriyê bi armanc û berjewendiyên xwe ve girêdane, ji lewra guh nadin gel. (BI WÊNE).

- Her tim Swêd û Fînlandiyayê xwe weke berpirsên cîhanî yên parastina mafên mirovan û alîgiriya doz û mafên mirovan nîşan dida, lê piştî serî ji xwestekên dewleta Tirk û şertên wê yên li dijî gelê Kurd re tewand rûyên wan ên rasteqîn eşkere bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi îlankirina rewşa awarte bersiv da gefên dîktatorê faşîst ê dewleta Tirk Erdogan ku dixwaze Rojava dagir bike. Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ku ji aliyê gerîla ve hatiye têkbirin, ji bo krîza mezin a nava malê dûrî çavan bike, êrişî Kurdan dike. Komên civakî yên bê hiş jî kirine, bi propagandaya nîjadperest, neteweperest û şovenîst ketine pey dîktator.

-Misliman amadekariyên Cejna Qurbanê dikin. Li sûkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgereke balkêş heye. Lê welatî ji ber bihabûnê bi gilî ne, lê hêviya wan derketina dagirkeran ji xaka Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA