Hanî Silêman: Di navbera rastî û diruşmaneyan de valatî heye

Her tim Swêd û Fînlandiyayê xwe weke berpirsên cîhanî yên parastina mafên mirovan û alîgiriya doz û mafên mirovan nîşan dida, lê piştî serî ji xwestekên dewleta Tirk û şertên wê yên li dijî gelê Kurd re tewand rûyên wan ên rasteqîn eşkere bûn.

Hanî Silêman: Di navbera rastî û diruşmaneyan de valatî heye
8 tîrmeh, 2022   04:45
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR

Dewleta Tirk a dagirker tevlêbûan Fînldaniya û Swêd ya NATO’yê erê kir. Ev yek piştî ku her sêyan di 28’ê Hezîrana 2022’yan li Madrîdê lihevkirineke îmze kir, pêk hat. Fînlandiya û Swêd ji bo şertên Erdogan ên rakirina qedexeyê ji ser dayîna çekan ji Tirkiyê re û destekê nedin rêxistinên Kurd pêk bînin, peyman îmze kir.

Di dîrokê de, Swêd cihê ewle yên muxalefetên ku ji zulm û bindestiyê direvîn, bû. Nexasim jî piştî ku 100 hezar welatiyên Kurd ên Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê di salên 1970’î de pêşwaz kirin. Di wê demê de sosyalîst û demokrasan Swêd kontrol dikir.

Her du dewletan piştî serî ji şertên dewleta Tirk re danîn adatên xwe yên demokrasî û mirovahiyê, bin pê kirin. Ji ber dewleta Tirk cihê xwe yên girîng di nakokiya neyekser a di navbera NATO û Rûsyayê li qada Ukrayna pêk tê de bi kar anî, niha jî plana êrişa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike ku dagir bike.

BERJEWENDÎ DI SER HER TIŞTÎ RE YE

Gelê Kurd got peymana çêbûye, erêkirina komkujî û siyasetên qirkirinê ye ku dewleta Tirk ji salan ve li dijî gelê Kurd pêk tîne.

Gerînendeyê Navenda Erebî ya Lêkolînan û pisporê têkiliyên navneteweyî Hanî Silêman li ser sedema qebûlkirina Swêd û Fînlandiyayê ji şertên dewleta Tirk re axivî û got: "Mijar vedigere ku cîhan azarên pragmatîzmê dikişîne û berjewendî di ser her tiştî re ye, çi girêdayî mafên mirovan an jî gelek rêgezên ku NY’yê, civata navneteweyî û rêxistinên bingehîn ragihandiye be. Diruşmeyên hin dewletên ewropî jî dibe ku li ber van berjewendiyan badilhewa bibin.''

Silêman bal kişand ser dualîteya pîvanên hêzên navneteweyî û wiha got: "Dema ku krîz hebin, wê demê berjewendî, lihevkirin û peyman mijarên sereke bin ku dûrî çarçoveya hiqûqî yan jî edalet an jî hwd ji têgehan re bin. Dibe ku diruşme tenê girêdayî berjewendiya Ewropa û ewlehiya wê ya neteweyî ne."

Silêman wiha domand: "Lê dema mijar dibe girêdayî mafên hin dewletên lawaz an jî kêmnetewe yan jî hin paşguhan, ez dibînim ku her tişt bi awayekî mezin têk diçe. Nîşaneya wê jî krîza Ukrayna, rewşa li Rûsya û tevgera civata navneteweyî li ser krîzê heyî û dûrî krîza li Rojhilata Navîn e."

‛TU BANDORÊN WÊ YÊN ERÊNÎ YÊN MEZIN TUNE NE’

Der barê bandorên peymana Madrîd û tevlêbûna Swêd û Fînlandiyayê ji NATO’yê re li ser rewşên hundirîn ên dewleta Tirk de Silêman ev tişt anî ziman: "Ez dibînim ku wê tu bandorên erênî yên mezin an jî bi awayekî dîtbar li ser rewşa debarê ya welatiyên Tirkiyê tune bin, heta wê li ser rewşa aborî jî tune bin. Ji be ev yek bandorê li daneheva li ser astên siyasî, aborî û siyaseta AKP’ê û serokkomarê wê bi giştî dike, lewma di şevekê de tu cudahî dernekeve."

‛DIGEL REWŞA SEFERBERÎ Û POLARBÛNÊ (BERXWEKIŞANDIN) WÊ RAŞGEŞIYEK HEBE’

Têkildarî helwesta Rûsya ji tevgerên dewleta Tirk li hundirê Sûriyê Hanî Silêman destnîşan kir ku wê gelek krîz, rewşa serferberî û xerabbûna têkiliyan çêbibe û wiha pê de çû: "Dê di navbera her du aliyan de di gelek cihan de rageşî çêbibe."

Ligel çareyek ji doza Kurd re nehat dîtin û li Tirkiyê girêktir bû Hanî Silêman li ser mijarê wiha anî ziman: "Krîza Kurd, cemidandina rewşan û nebûna tu tevgerekê wê bi xwe re gelek krîzan bîne, ew jî berovajî nêrîna dewleta Tirk e ku wê krîz çênebin."

Silêman da zanîn ku Tirkiyê wek dewleteke îdeolojî xwedî proje ye ku dibe ku hewl dide dereng bixe yan jî veşêre. Lê digel rêveberiya heyî ew proje aşkera ye. Ji ber hewl dide xwe bi hevsengî û hesabên hêzan ên têkildarî aliyên aborî û gazê li rojhilatê Deryaya Spî ve girê bide yan jî heta bandorê li cihên herêmî li hundirê Lîbya yan jî Afrîka bike. Her wiha dewleta Tirk hewl dide xwe tev li hensengiyan bike û zextê li dewletên Ewropa bike, çi bi kaxiza penaberî sûrî dibe yan jî hin belgeyên din.

‛GER KU ERDOGAN LI SER DESTHILATÊ BE WÊ KRÎZ HEBIN’

Silêman diyar kir ku wê krîza bimînin, çer ku ligel dewleta Tirk projev heye û çer ku Erdogan li ser desthilatê ye û wiha got: "Ez texmîn dikim ku wê berjewendî digel israra li ser nepêkanîna xwestekên kêmnetewe û gelê Kurd de wê hebin. Ji ber wê krîza bi dawî nabin û dê heta demê bê jî bimînin."

Piranî şertên dewleta Tirk ku nehişt Swêd û Fînlandiya tev li NATO’yê bibin, girêdayî çalakiyên gelê Kurd bûn. Li ser vê yekê gerînendeyê Navenda Erebî ya Lêkolînan û pirsporê têkiliyên navneteweyî Hanî Silêman ev tişt got: "Dewletên mezin dibe ku li ser hesabê gelê Kurd û doza wê tawîz dabin, bi taybet piranî xwestekên tevlêbûna Fînlandiya û Swêd ji NATO’yê re girêdayî wê mijarê bûn. Nemaze hebûna çalakger, PKK û komên cihêreng ên muxalefetê."

Hanî Silêman wiha di dawiyê de got: "Mîna van mijaran durûtiya helwesta Ewropa û valahiya rasteqîn a di navbera diruşme û rastiya wan de eşkere dike. Wê ev yek jî bi xwe bandorên neyênî yên mezin, digel tunebûna baweriyê di navbera van hêz û helwestên wan di dema pêş de, bînin."

(fr)

ANHA