Çeteyan li 5 welatiyên Efrîna dagirkirî dan, piştre revandin

Piştî lêdan û heqaretê, çeteyên “Polîsên Leşkerî” û “Polîsên Sivîl” ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 5 welatiyên Efrînê revandin û birin cihekî nediyar.

Çeteyan li 5 welatiyên Efrîna dagirkirî dan, piştre revandin
6 tîrmeh, 2022   11:44
 ŞEHBA

Çavkaniyekî ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku dewriyeyeke hevbeş a çeteyên Polîsên Leşkerî û Polîsên Sivîl ên girêdayî dagirkeriya Tirk, girtin ser gundên Remadiyê, Til Silûr û Hêkiçê yên navçeya Cindirêsê ya Efrînê û 5 welatî revandin.

Li gorî çavkanî, navên kesên hatine revandin wiha ne:

Newres Derwêş Mehmûd (32) ji gundê Til Silûrê.

Necîb Ferîd Mihemed (25) ji gundê Hêkiçê.

Elî Nîzar Cemîl (28), Şervan Xelîl Ebdo (26) û Mehmûd Hisên Hemo (30) ên ji gundê Remadiyê.

Çavkanî destnîşan kir ku çeteyan li pêş çavên malbatên wan, li welatiyan daye û ew birine cihekî nediyar. Aqûbeta kesên revandî heta niha nayê zanîn.

(cx)

ANHA