Rojnameyên erebî: Ji ber bihabûnê sûrî ji kirîna qurbanan mehrûm in

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa bandorên hilweşîna aboriya Sûriyê bi hatina Cejna Qurbanê re li ser rewşa sûriyan, nakokiyên aliyên kurdî ji bo namzetiya serokkomariya Iraqê û bandorên krîza Ukraynayê li ser ewlehiya xwarinê ya cîhanê kir.

Rojnameyên erebî: Ji ber bihabûnê sûrî ji kirîna qurbanan mehrûm in
6 tîrmeh, 2022   08:15
NAVENA NÛÇEYAN

‘JI BER BIHABÛNÊ WELATIYÊN SÛRIYÊ NIKARIN QURBANÊ BIKIN’

Girêdayî rewşa Sûriyê rojnameya El-Beyan ev tişt nivîsî: "Bi amadekariyên Cejna Qurbanê re, ji nişka ve nirxê goşt li Sûriyê bilind bû, ew jî di demekê de ku sûrî li bendê ne ku goştê qurbaniyan wergirin, pêk hat. Bi dehan komeleyên xêrxwaz goşt li hemû herêmên Sûriyê belav dikin.

Lê ev cejn, ji yên berê zehmettir û tundtir e. Ji ber ku nirxê madeyan pir biha ye û li hemû bajarên herêmê krîza aborî heye. Di vê cejnê de ji nişke ve nirxê madeyan bi rêjeya ji sedî 36 bilind bû. Pisporên aboriyê dibêjin wê di çend rojên bê de dîsa nirx bilind bibin û dê nirxê kîloyeke goşt di roja beriya cejnê de bigihîne 17 hezar lîreyê Sûriyê anku nêzî ji sedî 10 ji mûçeya karkmendê hikumetê ye.

Bi vê yekê re rêjeyeke mezin ji sûriyan di vê cejnê de nikarin qurbanan bikirin. Ji ber krîza aborî û bihabûn heye. Wê jî hişt ku malbatên sûrî ku berê qurban didan malbatan, navên xwe di lîsteya komeleyên xêrxwazê de tomar bikin ku goştî wergirin."

‘PIŞTÎ VEKIŞÎNA EL-SEDR, NAKOKIYÊN KURDAN GIRÊKA DAWÎN A ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ NE’

Der barê rewşa Iraqê de, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Çarçoveya Hemahengiyê girîngiyê dide çareserkirina nakokiyên di navbera aliyên kurdî de û yekkirina helwesta Hewlêrê li ser namzetiya serokatiya komarê. Ev yek piştî vekişîna serokê Tevgera El-Sedr Muqteda El-Sedr  û parlamenterên wî ji parlamentoyê, girêka sereke ya mayî ji bo avakirina hikumeteke nû û hilbijartina serok e.

Rêveberên Çarçoveya Hemahengiyê di civîna xwe ya duşema borî de bang li hêzên kurdî kir ku hewldanên xwe bikin yek û namzetekî xwe ji bo serokatiya komarê hilbijêrin. Ew yek jî piştî amadekariyên li ser hilbijartina serokê komarê û serokê hikumetê di civîna parlamentoyê ya piştî Cejna Qurbanê de tên kirin, pêk hat.

Çavdêr dibêjin ku ji banga Çarçoveya Hemahengiyê diyar dibe ku gok di stada aliyên kurdî de ye, ji ber wê divê nakokiyên wan werin çaresrkirin û yek namzetî ji bo serokatiya komarê diyar bikin.

Hêzên siyasî yên Kurd (PDK û YNK) der barê namzetiya serokatiya komarê de ruxmî rêzecivînan negihîştin tu lihevkirinekê.

Parlamenterê PDK’ê Şêrwan Doberdanî hefteya borî da zanîn ku partiya wî heta niha bi namzetê xwe Rêber Ehmed ve û YNK’ê jî bi namzet; xwe Berhem Salih ve girêdayî ye.

Li gorî hin helwestên ji rêveberên Çarçoveya Hemahengiyê wê xwe di ser nakokiyên kurdî re biavêjin, civîneke ji bo hilbijartina serokê komarê de li dar bixin û wê Çarçoveya Hemahengiyê ku 130 parlamenterên xwe hene, dengê xwe bidin Berhem Salih.”

‘DI KRÎZA XWARINÊ YA CÎHANÊ DE GENIM ÇEKEKE DÎPLOMATÎK E’

Têkildarî bandorên krîza Ukraynayê li ser aboriya cîhanê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Li gorî NY’yê, zêdetirî 200 milyon mirov li cîhanê bi xetereya birçîbûnê re rû bi rû ne. Ew jî ji ber bihabûna kel û pelên xwarinê ji dema destpêkirina nakokiya li Ukraynayê ye. Di çend mehan de ku genim hêmana aştiyê bû, bû çeka dîplomatîk. Lê li gorî aborînasê ji Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) Arif Hisên, birçîbûn ne girêdayî berhemdayîna xwarinê ye, lê belê ji ber pirsgirêkan e.

Aborînasê fransî Bruno Parmentier jî dibêje di dema şer de dewletên berhemdar ên mezin çarenûsa dewletên dîtir kontrol dikin.

Genim ku bi milyaran kes li seranserê cîhanê dixwin, madeya sereke ya ewlehiya xwarinê ya cîhanê ye. Garis jî beriya her tiştî ji bo heywanan an ji bo pêdiviyên pîşesaziyê tê bikaranîn.

Bruno Parmentier dibêje: “Her kes genim dixwe, lê her kes genim hilnaberîne. Tenê bi dehan dewlet hene ku miqdareke baş a genim hildiberînin da ku biroşin. Li cîhanê dewleta herî zêde genim hildibirîne, Çîn e. Lê di heman demê de, ew genim dikire jî. Ji ber ku berhemên wê yên genim têra nifûsa wê nake. Dewletên sereke yên genim difiroşin jî, Rûsya, DYA, Kanada, Awisturalya û Ukrayna ne.

Bi destpêkkirina şer re di 24’ê Sibata borî de, krîza aborî zêde bû û buhayê genim bilind bû. Buhayê her tonek genim di Gulana borî de gihaşt 400 euro anku du qatî havîna borî. Ev zêdebûn welatên xizan nikarin tehemûl bikin, bi taybet ên ku ji sedî 30 pêdiviyên xwe ji Ukrayna û Rûsyayê werdigirin.

Rûsya û Ukrayna ji sedî 30 dahatûyên wê ji genimê cîhanê bû. Di salên borî de berhema her du dewletan zêde bû. Rûsya di lîsteya dewletên pêş de bû û Ukrayna jî di rêza 3’yemîn de bû.”

(fr)