Balafirên keşfê yên Tirkiyê ji duh ve ji asîmanê Mexmûrê daneketine

Ji duh piştî êrişa hewayî ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ve balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirke li ser wargehê digerin.

Balafirên keşfê yên Tirkiyê ji duh ve ji asîmanê Mexmûrê daneketine
6 tîrmeh, 2022   07:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, di van kêliyan de tevgera balafirên keşfê didome.

Hêjayî gotinê ye balafirek bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker duh di saet 12.15’an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li malekê da. Di encama êrişê de birîndar û kesên jê bandor bibûn hene.