A.N.A: Timayên Tirkiyê tevahiya Sûriyê, Iraq û herêmê dikin armanc

Desteya Nîştimanî ya Arebî (A.N. A) bi daxuyaniyekê gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got timayên Tirkiyê tevahiya Sûriyê, Iraq û herêmê dikin armanc.

A.N.A: Timayên Tirkiyê tevahiya Sûriyê, Iraq û herêmê dikin armanc
5 tîrmeh, 2022   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Nîştimanî ya Arabî têkildarî gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefên nû dixwe, bi vê yekê rageşiya navneteweyî ya di navbera Rûsya û DYA`yê de bi kar tîne da ku armancên xwe yên diyarkirina çarenûsa gelê herêmê di bazarên siyasî de, pêk bîne."

Desteyê di berdewama daxuyaniyê de têkildarî gefên Tirkiyê yên niha û xetereya armancên wê fikarên xwe anîn ziman û got: "Em kiryarên dewleta Tirk wek binpêkirina serdestiya Sûriyê bi nav dikin."

Di berdewama daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Timayên Tirkiyê li tevahiya Sûriyê, Iraq û herêmê hene, beriya niha jî hewl da Şam û Helebê jî dagir bike û siyaseta herêmên Sûriyê bi ser xaka xwe ve bike pêk bîne, piştre jî guhartina demografiyê çêke, mînaka wê jî Lîwa Îskenderon e.”

Desteyê di dawiyê de bang li tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê kir ku berjewendiyên nîştimanî di ser yên kesayetî re bigirin, piştgiriya berxwedanê bikin û yekitiya xwe ava bikin.

(eh)