Li Hesekê ‘Şahiya Îmzekirina Pirtûka Stêrkên Geşbîn’

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê li Hesekê Şahiya Îmzekirina Pirtûka Stêrkên Geşbîn li dar xist. Pirtûka Stêrka Geşbîn a zaroka bi navê Kalîn Muslim e ku di pêşbirkê de bûye yekemîn.

Li Hesekê ‘Şahiya Îmzekirina Pirtûka Stêrkên Geşbîn’
5 tîrmeh, 2022   12:31
HESEKÊ

Li Hesekê li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr, şahiya îmzekirina pirtûka Kalîn Muslim (12) ku di dewreya duyem a pêşbirka nivîskarên pêşerojê de bi ser ket, hate lidarixstin.

Endamên Hîlala Zêrîn, Navenda Xabûr a Çand û Hunerê û malbatên zarokên beşdarî pêşbirkê bûbûn, tev li şahiyê bûn.

Berpirsê Beşa Çalakiyan a Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Ebdulmecîd Xelef axivî û îşaret bi girîngiya dewre û pêşbirkên zarokan ên wiha kir.

Xelef zaroka bi navê Kalîn Muslim (12) ku di pêşbirkê de bi ser ketiye, vexwend da ku pirtûka xwe îmze bike û li beşdaran belav bike.

Piştî şahiyê Kalîn Muslim axivî û got: "Xewma min ew e ku di pêşerojê de bibim nivîskar. Ev dewre û pêşbirk alîkariya min, hemû kesên dixwazin binivîsin, dike ku xewnên xwe pêk bînin."

Kalîn Muslim bang li zarokan kir ku bixwînin û xwedî li behreyên xwe derkevin.

Hêjayî bibîrxistinê ku her dewreyek ji 3 qonaxan pêk tê, ya yekemîn pirtûk û çîrokên zarokan têne hilbijartin û ya duyemîn jî pirtûk têne kurtkirin û ya sêyemîn jî ji nivîsandina çîrok an jî deqeke ji xeyala zarokan pêk tê.

(eh)