Komîteya tenduristî ya Dêrikê perwerdeya 35 hemşîreyan bi dawî kir

Komîteya tenduristî ya Meclisa Navçeya Dêrikê  perwerdeya 32 hemşîreyan bi dawî kir. Perwerde 50 rojî bi çavdêriya Gerînendetiya Tenduristî û tîma tibî ya Nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê dewam kir, her wiha komîteyê 3 bijîk xelat kirin.

Komîteya tenduristî ya Dêrikê perwerdeya 35 hemşîreyan bi dawî kir
5 tîrmeh, 2022   12:12
 QAMIŞLO ‎

Di şahiya derçûnê de, kadroyên tibî yên Nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê, endamên komîteya tenduristiyê ya Meclisa Navçeya Dêrikê û Gerînendetiya Tenduristiyê ya Dêrikê amade bûn.

Hemşîreyan dewreya hemşîretiyê ku 50 rojî dewam kir li Nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê dîtin. Di perwerdeyê de waneyên taorîk û pratîkî li ser pîvana zextê, daliqandina sîrom, lêdana derzî û gelek destwerdanên lezgîn hatin dayîn. ‎

Di şahiya derçûnê de, çavdêr û endamê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Dr.Cigerxwîn Teqreq bixêrhatina mêvan û hemşîreyan kir û kedên wan di dewreyê de dane spas kir.

Li alieykî din jî gerînendeyê Nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê Dr. Qasim Xelef bidawîkirian dewreyê li derçûyan pîroz kir û hêvî kir ku kesên derçûne bi erkên xwe ji bo xizmetkirina welatiyên herêmê rabin.

‎

Paşê, komîteya tenduristî ya Meclisa Navçeya Dêrikê hevserokê Gerînendetiya Tenduristî ya Dêrikê ‎Mihemed Ednan, rêvberiyê Nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê Qasim Xelef, çavdêrê dewereyê Dr.Cigerxwîn Teqreq xelat kirin û bawernameya derçûnê li 35 hemşîreyan belav kirin.

Cigerxwîn Teqreq diyar kir ku di vê dewreyê de, hemşîreyan waneyên taorîk û pratîkî di bin çavdêriya kadroyên tibî yên Ii herêmê de standin. Dewre 50 rojî dewam kir, tê de 20 rojan waneyên pratîkî bûn û yên din jî taorî bûn.

Hêjayî gotinê ye ku komîteya tenduristiyê ya Dêrikê wê mîna van dewreyan li dar bixe. perwerdeyan orgenîz bike

(dm)

ANHA