Jinên siyasetmedar: Bêyî projeya Rêveberiya Xweser tu çareserî tunene

Jinên siyasetmedar diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareserkirina aloziya Sûriyê asteng dike û temenê wê dirêj dike. Jinên siyasetmedar anîn ziman ku bêyî projeyên demokratîk mîna rêveberiya xweser tu çaresriyên din tune ne.

Jinên siyasetmedar: Bêyî projeya Rêveberiya Xweser tu çareserî tunene
1 tîrmeh, 2022   01:50
REQA –ALA EL-ELÎ

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, dewleta Tirk a dagirker destwerdan kir da ku armancên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê, bi cih bîne û li hemberî hemû hewldanên bi armanca çareserkirina aloziyê disekine.

Di vê dawiyê de dewleta Tirk gefên dagirkirina herêmên din ên Sûriyê zêde kirine.

Endama Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê Jiyan Mele Mehmûd li ser mijarê got: "Bê guman ji dema damezirandina Rêveberiya Xweser ve gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ranewestiyane. Armanc ji van gefan têkbirina ewlehî û îstiqrara herêmê ye, nemaze ku rêveber di pêkanîna projeya neteweya demokratîk, jiyana hevbeş navbera hemû pêkhateyan û beşdarbûna hemûyan di tevahî qadên siyasî, civakî, aborî û rêveberî de bi ser ket."

Jiyan Mele Mehmûd bal kişand ser helwesta hikumeta Şamê ya li hemberî gefên Tirkiyê û wiha got: "Helwesta hikumeta Şamê ya li hemberî gefên Tirkiyê şermok bûn. Tênê li hemberî êrişan daxuyanî da, lê li ser erdê em berovajî vê yekê dibînin. Ji ber ku ew û Rûsya li gorî berjewendiyên xwe kar dikin û li gorî berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker bazariyê li ser xaka Sûriyê dikin."

Berdevka Meclisa Jinan a Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Xaliya El-Kecwan jî got: "Bala cîhanê li şerê Rûsya û Ukraynayê ye ku bandoreke neyinî li dosyaya aloziya Sûriyê bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet kir, nexwazim bandorên wê di aliyê aborî, siyasî û civakî de bûn."

Xaliya El-Kecwan diyar kir ku Tirkiyê sûdê ji van şeran digire û êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye da ku palanên xwe yên mêtîngeriyê li herêmê pêk bîne û got: "Dewleta Tirk a dagirker tola binkeftina çeteyên DAIŞ'ê li Bakur û Rohilatê Sûriyê hiltîne. Du armancên dewleta Tirk a dagirker hene, yek, şikandina îradeya gelan û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ya din têkbirina ewlehiya herêmê û dagirkirina herêmên din ên Sûriyê ye."

Xaliya El-Kecwan wiha anî ziman: "Divê em bibin beşek ji çareserkirina aloziya Sûriyê, divê ev çareserî bingehîn be ku hemû sûrî jê razî bin."

Xaliya El-Kecwan axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heta niha me tu hewldanên çareserkirinê ji aliyê hikumeta Şamê ve nedîtine. Em teqez dikin ku bêyî projeyên demokratîk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi nûnertiya MSD û Rêveberiyêa Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêviyên Partiya Sûriya Pêşerojê tu çareserî pêk nayê."

ANHA