​​​​​​​Malbatên Şehîdan: Erdogan û NATO'yê şerê gerîla dikin

Malbatên şehîdan ên  taxa Şêxmeqsûdê destnîşan kir ku delîlê têkçûna dewleta Tirk ew e ku çekên kîmyewî li dijî gerîla li Herêmên Parastina yên Medyayê bi kar tînin. Her wiha anîn ziman  ku dewleta Tirk bi piştgiriya NATO'yê sûcan pêk tîne.

​​​​​​​Malbatên Şehîdan: Erdogan û NATO'yê şerê gerîla dikin
30 hezîran, 2022   23:38
HELEB-ARIF SILÊMAN

Ji 17'ê Nîsana borî ve êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî Zap, Metîna û Avaşînê dewam dikin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê li hemberî van êrişan berxwedaneke lehengane dimeşînin û derbên giran li dagirkeran dixin.

Dewleta Tirk ku li hemberî berxwedana gerîla bê çare maye ji ber vê yekê çekên kîmyewî û yên qedexekirî xistiye dorê.

Navenda ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) di 14'ê Hezîranê de  bîlançoya êrişên dewleta Tirk a ji 14'ê Nîsanê û heta 14'ê Hezîranê yên li dijî Herêmên Parastina yên Medyayê eşkere kir û ragihand ku 779 caran li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar anîn.

DEWLETA TIRK BI DESTEKA NATO'YÊ ŞERÊ GERÎLA DIKE

Têkildarî wê, bavê şehîd Nûdem, Remedan Bekir diyar kir ku dewleta Tirk li hember berxwedana gerîla li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Başûrê Kurdistanê bê çar maye, ji ber vê yekê çekên kîmyewî û qedexekirî bi kar tîne.

Bekir destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê û çekên NATO'yê êrişî Herêmên Parastina Yên Medyayê dike û wiha domand: ''Dewleta Tirk a dagirker li wan herêman bi pêş nakeve ji ber wê yekê jî destek û piştgiriya NATO'yê dixwaze da ku serkeftinê li hember gerîla pêk bîne, lê belê gerîla ji ber ku bi vîn û felsefeya rêber Apo li ber xwe dide, tu carî têk naçe.''

'PÊKANÎNA XEWNÊN ŞEHÎDAN, ARMANCA ME YE'

Remedan Bekir anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker şerê gerîla dike da ku Başûr dagir bike û got:" Zarokên me ji bo azadiya Kurdistanê şehîd bûn, dewleta Tirk nikare herêmê dagir bike. Pêkanîna xewnên şehîdan armanca me ye. Em ê rêya şehîdan bişopînin da ku xewnên wan pêk bînin.''

'GERÎLA BERXWEDANEKE DÎROKÎ DIMEŞÎNE'

Dayika şehîd Viyan, Sedîqa Mihemed da zanîn ku dewleta Tirk ji du mehan ve bi balafir û çekên xwe yên giran ku NATO desteka wê dike, êrişî gerîla dike, lê naghêje armancên xwe.

Sedîqa Mihemed bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku erka xwe ya mirovahî bi cih bînin û dewleta Tirk li ser bikaranîna çekên qedexekirî li dijî gerîla darizînin.

Sedîqa Mihemed di dewama axaftina xwe de got: ''Em weke dayikên şehîdan hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk re di êrişên li dijî zarokên me yên me li çiyayên Kurdistanê de, qebûl nakin û berxwedana gerîla ya dîrokî silav dikin.''

Dayika şehîd Rêzan, Zehîda Reşîd da zanîn ku kurê wê ji bo parastina axa Kurdistanê şehîd bû û dewleta Tirk êrişî Kurdistanê dike.

 Zehîda Reşîd anî ziman ku divê dewleta Tirk û dewletên desteka wê dike baş zanibin ku ew nikarin axên bi xwîna şehîdan hatiye avdan, dagir bikin .

)dm)

ANHA