Şehîd Zîlan li 4 navendan hat bibîranîn

Li Kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê, navçeyên Til Temir, Hol û Dirbêsiyê yên girêdayî kantona Hesekê şehîd Zîlan di salvegera şehadeta xwe ya 26`an de hat bibîranîn.

Şehîd Zîlan li 4 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 4 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 4 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 4 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 4 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 4 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 4 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 4 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 4 navendan hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li 4 navendan hat bibîranîn
30 hezîran, 2022   18:30
HESEKÊ

Îro salvegera 26`an a şehadeta têkoşer Zîlan e ku di encama çalakiyeke fedayî di sala 1996`an li dijî artêşa Tirk a dagirker şehîd bû.

Ji bo bîranîna şehîd Zîlan jinên kantona Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û Holê çalakiyên cûda li dar xistin.

Çalakî li navenda Çandê ya navçeya Dirbêsiyê, hola Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temir, hola navenda Kongra Star a navçeya Holê, kampa Waşûkanî ya koçberên Serêkaniyê hate lidarxistin. Bi sedan jin, şênî, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, şervanên YPJ`ê û QSD`ê beşdarî çalakiyan bûn.

Di çalakiya li kampa Waşûkanî de ji rêveberên Kongra Star a Besîma Dawûd, di çalakiya li Til Temirê de endama rêveber a Kongra Star Raperîn Efrîn û di çalakiya li Holê de Fatma Ebas axivîn.

Di axaftinan de hate gotin, çalakiya şehîd Zîlan komploya navneteweyî li ser rêber Abdullah Ocalan têk bir. Şehîd Zîlnan ji hemû jinên têkoşer re bû sembol.

Her wiha behsa bandora çalakiya şehîd Zîlan li jinên cîhanê hate kirin û hate diyarkirin ku şehîd Zîlan ji tevahî cîhanê re hêza jinan diyar kir ku dikare di hemû qadan de, bi taybet di qada leşkerî de cih bigre û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Di axaftinan de soza xurtkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya tevahî jinan û misogeriya azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hate dayîn.

Her wiha di çalakiyan de nameya şehîd Zîlan hate xwendin û sînevizyonek der barê jiyana şehîd de hate pêşandan.

Li navçeya Dirbêsiyê jî ji rêveberên Kongra Star Eylem Dirbêsiyê semînerek da.

Eylem Dirbêsiyê anî ziman ku armanca şehîd Zîlan jiyanek azad ji gelê Kurd re misoger bike û wan ji zilma sîstemên dêktator rizgar bike.

Eylem diyar kir ku şehîd Zîlan bi çalakiya xwe ye fadayî bû sembola têkoşîn û berxwedanê û rêya gelên bidest ronî kir.

Eylem Dirbêsiyê got berdêlên ku şehîdên Kurdistanê dane ji bo bidestixistina azadî û mafên gelan e û got, divê destkeftiyên bi saya wan hatine bidestixsin werin parastin.

Di dawiyê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana şehîd Zîlan, berxwedana YPJ`ê, YJA-Star û berxwedana rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de, hatin berzkirin.

ANHA