​​​​​​​‘Gelên bi projeya xwe bawer ne pêkan e di şer de bi bin bikevin’

Welatî, çalakvan û siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, teqezî bi pêwîstiya hevgirtinê û meşandina şerê gel ê şoreşgerî li hember êriş û planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê kir û got gelên bi projeya xwe bawer ne pêkan e di şer de bi bin bikevin.

​​​​​​​‘Gelên bi projeya xwe bawer ne pêkan e di şer de bi bin bikevin’
1 tîrmeh, 2022   00:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya temamkirina şerê qirkirinê yê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê yên Başûrê Kurdistanê de, hewl dide gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qir bike û projeya xwe ya Osmaniya Nû bi rêya hedefgirtina herêmê û dorpêçkirina wê pêk bîne.

Li gel pêkanîna rêgeza xweparastinê li hember êrişên dagirkeriyê, ji bo sekna li hember vî şerî ku dewleta Tirk hemû rêbazên siyasî û leşkerî bi kar tîne, şêniyên herêmê pêwîstiya pêkanîna şerê gel ê şoreşgerî teqez kirin û gotin ev wesîleya yekane ya parastina herêmê û parastina destkeftiyan e.

Siyasetmedar Mihemed Bozan diyar kir ku armanca êrişan, dagirkirina herêmê û hewldana vejandina Osmaniyê ji herêmên Lîwa Îskenderon bigire heta bigihêje Mûsil û Kerkûkê li Iraqê ye.

Bozan bang li şêniyan kir ku li hember vê dagirkeriyê li ber xwe bidin û li hember projeyên wê yên mêtinger bisekinin, bi taybet ku civat û hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe bê deng in.

Çalakvana siyasî Ebîr El-Salih jî got êdî Sûriyê bûye qada şerekî navneteweyî ku hemû alî hewl didin berjewendiyên xwe li ser hesabê sûriyan pêk bînin, di serî de Tirkiyê ku mijulbûna aliyên navneteweyî yên li Sûriyê çalak in, bi şerê Rûsya û Ukraynayê bi kar tîne da ku berjewendiyên xwe pêk bîne.

Ebîr El-Salih der barê gefên dawîn ên dagirkeriya Tirk de got: “Ev nîşaneyên xetereya vê projeyê li ser welêt û pêkhateyên hevgirtî û hewldana têkbirina projeya li herêmê anku Rêveberiya Xweser e.”

Endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Intîsar Mihemed ji ber xeteriya gef û êrişên dagirkeriya Tirk li ser gelê Sûriyê hişyarî da û got: “Dewleta Tirk a dagirker pêkanîna ajandeyên xwe yên Osmaniya Nû bi rêya van gefan armanc dike.”

Her wiha çalakvanê siyasî yê ji Tebqa Îbrahîm Mihemed jî teqez kir ku sekna li hember destwerdana Tirkiyê dê bi rêya hevgirtina pêkhateyên herêmê pêkan be û wiha pê de çû: “Gelên herêmê pişta xwe nadin desteka ji derve mîna hêza garantor a Rûsya û DYA`yê, berovajî wê, xwe dispêrin hevgirtina pêkhateyan da ku bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re herêmê biparêzin.”

Mihemed wiha domand: “Her destwerdaneke din li dijî herêmê dê bi awayekî neyînî bandor li ewlehiya herêmê bike û dê derfetê bide vejandina DAIŞ`ê.”

`DI ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ DE DIVÊ HEMÛ BERPIRSYARIYÊN XWE BÎNIN CIH`

Mamosteyê Akademiyên Civaka Demokratîk a Bîrdozî Enes El-Ewad der barê girîngiya hevgirtinê û şerê gel ê şoreşgerî de bi siyasetmedarên navborî re di heman nêrînê de ye û wê wek rêya parastina rûmetê û mafekî parastina rewa bi nav kir. Her wiha teqez kir ku heke civak xwe bispêre wê xetê, dê xwe ji zulm, zordestiyê û koletiyê xilas bikin, xwe ji hemû cureyên şer biparêzin, rê li pêşiya bandorên şerê taybet li ser endamên civakê bigirin û planên dagirkirinê têk bibin.

El-Ewad wiha berdewam kir: “Divê em bibin yek, fêm bikin ku dewleta Tirk, dewleteke dagirker e. Gelên Sûriyê dike hedef û xwedî projeyên mêtinger e. Bûyerên li herêmên dagirkirî mîna koçberî, guhertina demografî û avakirina mêtingehan rû didin, mînaka wê ya herî berçav e.”

El-Ewad destnîşan kir ku, civakên ku nikarên çand û şaristiyan xwe biparêzin dê bi qirkirinê re rû bi rû bimînin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Divê şerê gel ê şoreşgerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were da ku li hember komployên li dijî herêmê ji aliyê hêzên mêtinger ve tê kirin bê sekinandin ku dixwazin tevliheviyê biafrînin, jiyana hevgirtî têk bibin. Ew hêz hewl didin civakê ji naskirina rastiya pergalan dûr bixin û dehf bidin wan ku dev ji mafên xwe berdin.”

El-Ewad bang li endamên civakê kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih, herêmê û ewlehiya wê, şoreşê û nirxên wê biparêzin.

Rêber Abdullah Ocalan dibêje “Divê gel amade be qurbanî û fedakariyan bide. Ihtîmal heye dijmin hovantir be û di encamê de di rojekê de bi hezaran bên kuştin. Lê divê tevgerên şoreşger xwedî hêza berxwedanê bin, wê demê serkeftinê dê encama vî şerê gel.”

`LI SER RÊGEZA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ EM Ê SERKEFTINÊ PÊK BÎNIN`

Endamê Meclisa Taxa Şehîd Kelhat û yek ji berxwedêrên berxwedana taxa Şêxmeqsûd a Helebê Welat Mamo got: “Gelên bi vê projeyê bawer, ne pêkane ku di şer de bibin kevin.”

Mamo wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker ji van êriş û gefên xwe armanc dike, vîna gelên herêmê têk bibe. Her tim dijmin kesayetên şoreşger û berxwedêr dike armanc, lewra divê em li hember dagirkeriyê bibin yek, da ku bi azadî û demokratî bijîn.”

Her wiha Mamo got: “Bi giyanê şoreşgerî em li taxê bi ser ketin. Kurd, ereb û xiristiyan, bi hev re di xendeqekê de bûn û li hember êrişên çeteyan li gorî rêgezê şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe dan. Divê pêkhateyên herêmê li rex hêzên xwe yên leşkerî bin û li hember êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin ku hewl dide gelan qir bike û ewlehiya herêmê têk bibe.”

Endama Komîna Şehîd Berxwedan a taxa Şêxmeqsûd Heyat Horo got: “Jinên taxê li hember êrişan li ber xwe dan. Di heman demê de şervan, bijîşk û dayîk bûn. Wê demê ji wan dihat xwestin taxê û gelê wê ji êrişan biparêzin. Hemû pêkhateyên taxê, tax parast û bi berxwedana xwe ji cîhanê re xwe isbat kirin.”

Heyat di dawiyê de got: “Dijmin bê cudahî, moşek û çekên qedexekirî bi kar tîne. Ji ber wê divê bi yekitiya xwe em li hemberê bisekinin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KUKUoKlrzKE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>