Silêman Ilyas: Rûsya û Amerîkayê hê jî biryara çareserkirina pirsgirêkan nedaye

Serokê Navenda Lêkolînan a Firatê Silêman Ilyas da zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê bi biryara Rûsya û Amerîkayê tên erêkirin û rawestandin û got “Heke biryara girtina qada hewayî bihata dayîn ew ê pirsgirêka Sûriyê bi giştî bihata çareserkirin. Ev jî tê wê wateyê ku ew hêz naxwazin pirsgirêk çareser bibin.”

Silêman Ilyas: Rûsya û Amerîkayê hê jî biryara çareserkirina pirsgirêkan nedaye
1 tîrmeh, 2022   09:59
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yê bênavber li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike. Ev êriş li pêş çavên hêzên ‘garantor’ pêk tên ku li aliyekî xwe garantor dihesbînin lê di heman demê de rê li ber êrişan vedikin.

Têkildarî vê mijarê serokê Navenda Lêkolînan a Firatê Silêman Ilyas ji ANHA`yê re axivî.

Silêman Ilyas diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, bi biryara Rûsya û Amerîkayê tên erêkirin û rawestandin.

Silêman Ilyas got: “Di salên borî de Rûsyayê rê li ber dewleta Tirk vekir ku Efrînê dagir bike, Amerîkayê jî rê li ber dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî vekir. Êrişên niha jî bi erêkirina Rûsya û Amerîkayê ne. Rûsya dixwaze herêmên Rêveberiya Xweser bi giştî radestî hikumeta Şamê bike. Dewleta Tirk jî piştgiriya muxalefeta Sûriyê nake, tenê li gorî berjewendiyên xwe tev digire. Ev hêz bazarên siyasî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.”

Ilyas bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi dron û balafirên bêmirov û got: “Ev jî bi biryar û agahdariya Amerîkayê tên kirin, welatî tên hedefgirtin. Ev bêexlaqiya hêzên garantor dide nîşandan. Ew hêz dikarin rê li ber bigirin, lê em tenê dikarin bibêjin ev ji bêexlaqiya dewletên cîhanê tê. Li Sûriyê bi giştî Rûsya rê dide tobaranan, dewleta Tirk jî bi awayekî veşartî êrişan dike lê dibêje hêzên din in anku çeteyên girêdayî wê ne.”

`LI GORÎ BERJEWENDIYÊN XWE TEV DIGERIN`

Silêman Ilyas diyar kir ku Amerîka negihaştiya asta ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire û rê nede ku dewleta Tirk êrişên xwe yên hewayî û bejahî pêk bîne û got: “Heke qada hewayî hatibûya girtin, ew ê ev qas qetilkirin û dagirkirin nebûya, bi girtina asîman dê pirsgirêka Sûriyê bi giştî hatibûya çareserkirin. Wateya vê jî ew e ku biryar nehatiye dayîn ku pirsgirêka Sûriyê bê çareserkirin.”

Têkildarî hedefgirtina welatiyan jî Ilyas got: “Mafên mirovan tu carî li cem Amerîka û Rûsyayê nehatine dîtin, heke bibêjin jî derew e. Nêrîna wan ji cîhanê re li gorî berjewendiyên wan e, tenê mafên mirovan ji bo xwe diparêzin.”

Silêman Ilyas got: “Li pêş çavên wan welatî tên qetilkirin, jin tên tecawizkirin û welat tên dagirkirin. Heke mafên mirovan esas bûya, ew rê li pêşiya van sûcan dihat girtin. Bi sedan bûyerên qirkirina mirovan li Rojhilata Navîn hene, lê kes dengê xwe nake.”  

Li ser rewşa heyî Silêman Ilyas diyar kir ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê statuyek tê avakirin, dewleta Tirk a dagirker wê statuyê bi armanca qirkirina gelan dike hincet û got: “Li herêmê banga demokrasiyê tê kirin, ew jî demokrasiyê li dijî faşîzma xwe dibîne.”

Serokê Navenda Lêkolînan a Firatê Silêman Ilyas di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku li hemberî her cure êrişên dewleta Tirk a dagirker û planên hêzên din divê gelên herêmê berevaniyê li ber xwe bikin, mal, milk û destkeftiyên xwe biparêzin û got: “Berxwedana Efrînê jî mînak e, bi dehan rojan li ber rûmeta xwe li ber xwe dan. Dê gel jî şer bike û ji ber dewleta Tirk nereve.”

ANHA