Çiya Kurd: Peymana li Madrîdê ji bo dijminatiya li Kurdan e

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku peymana sê alî ya beriya civîna NATO'yê ya di navbera Tirkiyê Fînlandiya û Swêd de razîkirina Tirkiyê ye ku rêvebertiya hêzên hegemonîk bike, li beramberî ku hikumetên Swêd û Fînlandiyayê ji nirxên xwe yên demokratîk dûr bikevin. Çiyar Kurd got, lihevkirin dijbertiya gelê Kurd e.

Çiya Kurd: Peymana li Madrîdê  ji bo dijminatiya li Kurdan e
30 hezîran, 2022   19:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Heverokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê  Sûriyê Bedran Çiya Kurd ji Rojava Fm re axivî. Çiyar Kurd  got: "Tirkiyê ji şîrkên xwe yên NATO'yê re dixwaze ku bibin şirîkên qirkirina Kurdan. Peymana li Madrîdê peymanek li dijî kurdan û dijbetiya nirxên demokratîk ên welatên Skandînavyayê ye. Baweriya me bi gelên Skandînavyayê heye. Em bang li tevahî partiyên siyasî û saziyên sivîl dikin ku dengê xwe bilind bikin, mîna berê piştevaniya bi têkoşîna gelê me re bidomînin û bi siyasetên dijbetiya kurdan neyên."

'ALOZIYÊN DI PERGALA TIRKIYÊ DE ENCAMÊN TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ YE'

Çiya Kurd her wiha got: "Em berjewendiyên neteweyî yên wan dewletan fam dikin, lê divê ne li ser hesabê gelê me be yê ku li şûna mirovhiyê bi hezaran şehîd dan. Gelê me tu tehdîd li ser ewlehiya tu dewleteke NATO'yê çênekiriye. Em bibêjin Erdogan tiştek ji peymanên li dijî kurdan bi dest nexistiye, aloziyên hundirîn ên Tirkiyê encamên têkoşîna demokrasî û berxwedana hevgirtî ya li hemû aliyan e. Ev pêşketin rejîma Tirk ber bi hilweşînê ve dibe ku nikare li hemberî têkoşîna gelan li ber xwe bide. Ji ber vê yekê li çareseriyên bingehîn û diyalogan bi muxatebên rasteqîn ên vê pirsgirêkê digere."

Çiya Kurd îşaret pê kir ku gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek kêlî nesekinîne, bi van gefan hewl dide projeyên xwe yên dagirkirinê li herêmê pêk bîne, îstiqrara herêmê têk bibe û dijbertiya hêviyên gelên herêmê bike.

'ERDOGAN LI ATMOSFÊRA PÊKANÎNA ÊRIŞAN DIGERE'

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku ku Erdogan her tim li atmosfêreke herêmî û navneteweyî digere da ku êrişan çi li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê be anBaşûrê Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê  be pêk bîne û wiha pê de çû: "Erdogan di pêkanîna êrişan de bi israr e, ne girîng e ku asta wê çawa be, da ku binkeftinên xwe yên li eniyên berxwedanê û aloziyên xwe yên hundirîn veşêre. Nemaze li gel mijûlbûna navneteweyî bi aloziya Ukraynayê û rewşa Sûriyê hewl dide bi hemû rêbazan peymanan bi dewletên diyarker li ser herêmên me pêk bîne. Ev gef di çarçoveya plana bidawîkirina hebûna gelê de tê kirin. Ev mejiyê stratejîk e ku ji aliyê desthilata serdest a li Tirkiyê ve tê birêvebirin."

Çiya Kurd civîna di navbera Erdogan û Biden de ya beriya civîna NATO'yê û îhtîmala ku Erdogan erêkirineke ji bo pêkanîna êrişan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Biden wergirtibe nirxand: "Em difikirin ku hinek hevsengî hatin guhertin. DAIŞ li Tirkiyê heye û Tirkiyê li herêmên ku dagirkirine destekê didê. Hêsankirina her êrişekê Tirkiyê wê ziyanê bighîne destkeftiyên Koalîsyona Navneteweyî  û destkeftiyên ku me li dijî DAIŞ'ê bi dest xistine. Lê em nikarin texmîn bikin ka dê di vê civînê de erêkirina Amerîka hebe yan na."

'DIVÊ ŞAMÊ HELWESTA XWE ZELAL BIKE'

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de lihevkirinek li ser parastina sînorê Sûriyê-Tirkiyê heye û nîqaş hene ku ev lihevkirin li hemberî her êrişeke muhtemel a Tirkiyê were firehkirin. Çiya Kurd wiha domand: "Ji 2019'an ve lihevkirinek li ser parastina sînor heye. Bi navbeynkariya Rûsyayê nîqaş hene ku ev lihevkirin were berfirehkirin ku bikeve xizmeta berjewendiyên herêmê û îstiqrara wê. Li vir divê helwesteke zelal a hikumeta Şamê hebe. Ev mijar taybet mijara serdestiyê ye, pêwîste li hemberî her destwerdaneke Tirkiyê li Sûriyê bi gelemerî bersiv bê dayîn ku li ser yekitî, istiqrar û pêşeroja Sûriyê de xeteriyê çêdike."

' HER ÊRIŞEKE TIRKIYÊ WÊ BI BERXWEDANA XURT A PÊKHATEYAN WERE BERSIVANDIN'

Çiya Kurd diyar kir ku her êrişek ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê rastî berxwedaneke hevpar a xurt a pêkhateyên herêmê were û ev tişt got: "Bê guman berxwedan vebijêrka tevahî pêkhateyan gelê me ye. Pêkhateyên gelê me wê nehêlin her êriş li ser destkeftî, proje û herêmên me werin. Wê serkeftinên ku li hemberî DAIŞ'ê hatine bidestxistin, werin parastin."

Cîgirê Heverokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê  Sûriyê Bedran Çiya Kurd di dawiya axaftina xwe de got: "Yekitiya pêkhateyên gelê me û hevgirtina wê rêya misogeriya serkeftinê û pêkanîna serkeftinên niştimanî ne. Em teqez dikin ku gelê me  ji berxwedanê re amade ye û dê aktora herî girîng a hêza xwe an ku biratiya gelan, projeya Rêveberiya Xweser û felsfeya parastin û xweparastinê biparêze."

ANHA