Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Zagros re xwest

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Zagros Sinar re xwest.

Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Zagros re xwest
Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Zagros re xwest
Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Zagros re xwest
Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Zagros re xwest
Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Zagros re xwest
30 hezîran, 2022   19:52
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo gerîlayê HPG’ê Pêrwan Elî Yûsif (Zagros Sinar) yê di berxwdana li çiyayên Kurdistanê şehîd bûbû, konê sersaxiyê li Qada Şehîdan a li beşa rojhilat a taxa Şêxmeqsûdê vegirt.

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tev şervanên YPG’ê, YPJ’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û endamên saziyên sivîl ên Helebê, herikîn bin kon û sersaxî dan malbata şehîd.

/ar/uploads/files/2022/06/30/191439_snaa-mhmd-aly.webp

Di destpêka merasîmê de toreneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG’ê, YPJ’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate lidarxistin. Piştre ji fermandarên YPG’ê yên li Helebê Şervan Efrîn, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Rewşen Mihemed û bi navê malbata şehîd Zagros Mihemed Elî û Cemal Hec Yûsif axivîn.

/ar/uploads/files/2022/06/30/191602_shrfan-afryn.webp

Şervan Efrîn destnîşan kir ku şehîd Zagros di dema berxwedana li hember êrişên dagirkeriyê de, temsîla îradeya gelekî azadîxwaz dikir.

Fermandarê YPG’ê Şervan Efrîn di dawiya axaftina xwe de soz da ku li ser şopa şehîdan bin û li dijî dagirker û xayînan astên têkoşînê bilind bikin.

/ar/uploads/files/2022/06/30/191824_rwshan-mhmd.webp

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Rewşen Mihemed anî ziman ku şehîdan tiştên xwe yên herî giranbuha ji bo parastina destkeftiyan feda kirin û banga xwedîderketina li nirxên şehîdan û parastina destkeftiyên wan kir.

bi navê malbata şehîd Zagros Sena Mihemed û Cemal Hec Yûsif axivîn.

Sena Mihemed tevahiya şehîdên azadiyê bi bîr anîn û destnîşan kir ku ew ê li ser şopa wan bin û tola wan hildin.

Di dawiya axaftina xwe de Sena Mihemed teqez kir ku malbata şehîd dê armanca şehîd Zagros bi cih bînin û rêber Ocalan û xaka Kurdistanê rizgar bikin.

/ar/uploads/files/2022/06/30/191534_jmal-hj-ywsf.webp

Cemal Hec Yûsif jî diyar kir ku tevlêbûna wî li HPG’ê biryareke ji şexsê wî bû û rihê berpirsiyariyê yê li cem şehîd Zagros hişt ew berê xwe bide çiyayên Kurdistanê.

Li dawiya merasîmê beşdaran li dengekî tomarkirî yê şehîd Zagros guhdar kirin ku tê de armancên tevlêbûna wî ya HPG’ê xuya dikir û behsa jiyan û têkoşîna xwe dikir.

/ar/uploads/files/2022/06/30/191423_brytan-jadan.webp

Piştre, wesîqeya şehadetê ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Bêrîtan Cedan ve hat xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

 (mh)

ANHA