Meclisa Jinan û Dayikên Aştiyê tecrîd û gefên dewleta Tirk şermezar kirin

Dayikên Aştiyê û Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk erkên xwe bi cih bînin.

Meclisa Jinan û Dayikên Aştiyê tecrîd û gefên dewleta Tirk şermezar kirin
30 hezîran, 2022   18:01
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a girêdayî Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê û Dayikên Aştiyê bi daxuyaniyeke hevbeş gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Daxuyanî li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ji aliyê endama rêveber a meclisê Xurma Elî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin,  di 10 salên şoreşê de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi yekdestî li hemberî êrişên faşîzmê yên hikumeta AKP'ê û hevkarên wê yên rêxistinên terorîst disekinin. Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide qada dagirkeriya xwe li herêmê berfireh bike da ku xeyalên osmanî bi cih bîne.

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û wiha hate domandin: "Dewleta Tirk tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan girantir dike, nahêle parêzer û malbat serdana wî bikin û agahiyan ji rewşa wî bigirin. Rêber Abdullah Ocalan teqez kir ku ew amade ye çareseriyan ji aloziyên li Rojhilata Navîn re bibîne. Ji ber wê dewleta Tirk tecrîdê girantir dike."

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi balafiran, hedefgirtina welatî û berpirsên Rêveberiya Xweser hatin şermezarkirin û got: "Hewl dide gel û hebûna wê qir bike."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî û dewletên Ewropayê hate kirin ku li hemberî êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker berpirsyartiyên xwe bi cih bînin.

ANHA