​​​​​​​Welatiyên Qamişloyê bi meşeke girseyî li dijî biryara NATO’yê derketin

Bi hezaran welatiyên Qamişloyê di meşekê de êrişên qirkirinê ku dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erêkirina NATO’yê pêk tîne, şermezar kirin û banga bilindkirina têkoşînê kir.

​​​​​​​Welatiyên Qamişloyê bi meşeke girseyî li dijî biryara NATO’yê derketin
​​​​​​​Welatiyên Qamişloyê bi meşeke girseyî li dijî biryara NATO’yê derketin
​​​​​​​Welatiyên Qamişloyê bi meşeke girseyî li dijî biryara NATO’yê derketin
​​​​​​​Welatiyên Qamişloyê bi meşeke girseyî li dijî biryara NATO’yê derketin
​​​​​​​Welatiyên Qamişloyê bi meşeke girseyî li dijî biryara NATO’yê derketin
​​​​​​​Welatiyên Qamişloyê bi meşeke girseyî li dijî biryara NATO’yê derketin
​​​​​​​Welatiyên Qamişloyê bi meşeke girseyî li dijî biryara NATO’yê derketin
​​​​​​​Welatiyên Qamişloyê bi meşeke girseyî li dijî biryara NATO’yê derketin
30 hezîran, 2022   11:44
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina êriş û planên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran niştecihên Qamişloyê meşeke girseyî li dar xist. Meş ji çerxerêya Rûbar a li taxa Xerbî ya Qamişloyê ber bi avahiya Komseriya NY’yê ya Kar û Barên Penaberan a li taxa Siyahî ya bajêr ve dest pê kir.

Dema meş gihaşt ber avahiya Komseriya NY’yê, li wir vegerî mîtîngê. Dûre berdevka Kongra Star Remziye Mihemed berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir û di şexsê şehîd Zîlan de hemû şehîdên meha Hezîranê bi bîr anîn û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide Tevgera Azadiya Kurdistanê bi dawî bike û bi rêya planên xwe yên qirêjî û siyasetên xwe yên dagirkeriyê vîna gelan derbe bike.”

Remziye Mihemed diyar kir ku meşa bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina sûcên dagirkeriya Tirk bersiva herî guncaw e û behsa berxwedana şêniyan a li hember êrişên çeteyên DAIŞ’ê kir û wiha domand: "Çeteyên DAIŞ’ê êrişî herêmên me kir, lê bi saya têkoşîn û fedakariyên keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyê me êrişên wan şikandin û herêmên xwe rizgar kirin. Em soz didin ku li ser şopa şehîd Zîlan bimeşin."

Li aliyekî din jî, nûnerê eşîrên El-Sade li ser navê pêkhateya Ereb Hisên El-Sade axivî û wiha got: "Em îro li pêş avahıya NY’yê sekinîne ku dengê vî gelî leheng bigihînin cîhanê ku gelên herêmê werin parastin. Lê tiştê me ji NY’yê dîtiye, ew nikare parastina gelan bike, ji ber wê qanûn li gorî berjewendiyên xwe ne li gorî berjewendiyên gelan danîne."

El-Sade diyar kir ku ji erka NY’yê ye ku gelê Sûriyê ji êrişa dewleta Tirk a dagirker biparêze û wiha domand: "Niha dewletên NATO’yê destekê didin dewleta Tirk ku endamê wê ye. Çima dihêlin dewleta Tirk serweriya Sûriyê bin pê bike û gelê wê koçber bike? Wê demê heta NATO jî di êrişên li ser welatê me de şirîk e. Divê gelê Sûriyê careke din serî li hember êriş û dagirkeriyê hilde."

NATO’yê civîna xwe di 29’ê Hezîranê de li Madrîdê li dar xist û tê payîn îro bi dawî bibe. Di civînê de dê şerê Rûsya-Ukraynayê bihata nîqaşkirin, lê di civînê de biryarên li dijî Kurdan hatin dayîn.

(fr)

ANHA