​​​​​​​‛Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşîna xwe gur bikin’

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê diyar kir ku ew ê têkoşîna li hember siyasetên dewleta Tirk ên li dijî ‎rêber Abdullah Ocalan gur bikin û destnîşan kir ku divê civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî bi erkên xwe rabin ku tecrîdê bi dawî bikin. ‎

​​​​​​​‛Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşîna xwe gur bikin’
29 hezîran, 2022   12:53
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din li girtîgeha Îmraliyê û ji bo şermezarkirina "cezayên disîplînê" yên nû çalakiyeke protestoyî li dar xist. ‎

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, di 26’ê Hezîranê de dadgeriya dewleta Tirk daxwaza hevdîtinê ya parêzerên Buroya Hiqûqê ya Arsinê di 23’yê Hezîranê de red kir û got serokatiya desteya disîplînê ya li Îmraliyê di 31’ê Gulanê de 3 mehên din "cezayê dîsiplînê" li rêber Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê; Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş biriye.

Di çalakiyê de gelek malbatên şehîdan beşdar bûn, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên rêber Ocalan hildan.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Mehmûd ‎Cewad li pêşiya navenda meclisê ya li Hesekê daxuyanî xwend.‎

Cewad tecrîda li ser rêber Ocalan û cezayên disîplînê şermezar kir û diyar kir ku tecrîda li ser rêber Ocalan vîna wan naşikîne, ji ber ku fikir û felsefeya wî ‎êdî bûye çiraya ji bo rêça azadî û bingeha demokrasiyê.

Cewad soz da ku asta têkoşîna li hember dagirkeriya Tirk û sûcên wê yên li dijî rêber Ocalan bilind bikin ‎û got: "Em ê têkoşîn, xebat û hewldanên xwe dewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber ‎Abdullah Ocalan mîsoger bibe. "‎

Mehmûd Cewad anî ziman ku divê civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî erka xwe bi cih ‎bînin û destwerdanê bikin ku tecrîda li ser rêber Ocalan bişikînin û wî bi fîzîkî azad bikin.‎

(dm)

ANHA