Li Misirê jinek ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin

Li parêzgeha Deqhiliyê ya Misirê jinek ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin.

Li Misirê jinek ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin
29 hezîran, 2022   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li parêzgeha Deqhiliyê ya dikeve bakurê paytexta Misir, Qahîreyê mêrekî hevjîna xwe serêj kir.

Li gorî agahiyên ku hêzên ewlehiyê yên Misirê parve kirine, Memdûh Ehmed Ebû Nûr ê 50 salî ku ji gundê Derakse yê girêdayî navenda Meniyet El-Nesir e, hevsera xwe Sefa Ebdê Seyîd Îmam a 33 salî qetil kir. Der barê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.

Di demên dawî de li Rojhilata Navîn bûyerên qetilkirina jinan zêde bûne. Di  20'ê Hezîranê de li zanîngeha li bajarê Mensûra ya Misirê xwendekarekî hevala xwe ya bi navê Nîra Eşref li ber deriyê fakulteyê qetil kir. Piştî vê bi çend rojan li zanîngeheke Undinê jî xwendekarekî hevala xwe Îman Irşîd qetil kir.

(eh)