Dagirkeran gundên Efrîn û Şehbayê dane ber topan

Arêtşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundên navçeya Şera û Şêrawa yên Efrînê û gundên kantona Şehbayê, bi dijwarî topbaran dikin.

Dagirkeran gundên Efrîn û Şehbayê dane ber topan
29 hezîran, 2022   12:39
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker gundên Şewarxa, Tat Maraş, Îrşadiyê û Tinib ên navçeya Şera, her wiha gundên Aqîbê, Sonxanekê, Bir Qas ên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran dike.

Di heman demê de, dagirker gundê Kefer Entûn ê kantona Şehbayê jî topbaran dikin.

Li gorî agahiyan vê kêliyê zêdetirî 100 guleyên obîs û hawanan li herêmê ketine.

Hate ragihandin ku şewata ji ber topbaranê li zeviyên gundiyan derketiye, ji saetên sibehê ve û heta niha dewam dike.

(cx)

ANHA