​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir

Meclisa Herêma Rojhilat a Gundewarên Dêrazorê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker xwepêşandanek li dar xist. Di heman demê bi daxuyaniyekê banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir û guhartina demografiya li herêmên dagirkirî yên Sûriyê şermezar kir.

​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir
29 hezîran, 2022   12:20
DÊRAZOR

Bi sedan jinên gundewarên rojhilatê Dêrazorê, rûspiyên eşîran û endamên saziyên sivîl li pêşiya Meclisa Herêma Rojhilat kom bûn.

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Herêma Rojhilat Mişel Sultan bi navê Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrazorê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Gef û êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî xaka Sûriyê pêk tîne, li ser gelê herêmê xetereyeke cidî ye û dê bandorên giran bi xwe re bîne. Li aliyekî din jî kiryarên leşkerî yên Tirkiyê di dirêjahiya salên derbasbûyî de li ser Rêveberiya Xweser dide meşandin, bi milyonan niştecihên Girê Spî, Efrîn û Serêkaniyê da koçberkirin."

Di berdewama daxuyaniyê de ev hate diyarkirin: "Armanca hikumeta Tirkiyê ew e ku hewldanên hikumeta Erdogan a faşîst a guhartina demografiyê pêk bîne, ji ber ku her tim bi ajandeyên xwe re hewl dide projeyên demokratîk têk bibe, lewma kesayetên vî fikrî dike armanc. Mînaka wê jî serokê neteweyî Abdullah Ocalan û şehîdxistina Ferhad Dêrik e."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hikumeta Erdogan hewl dide li hemû cîhanê gendeliyê derxe, ji wan Ukraynayê, Lîbya, Sûdan û bakurê Sûriyê û hewl dide bi rêya gefên rasterast ên 30 kîlometreyan ji hundirê xaka Sûriyê dagir bike, rûbera dagirkeriya xwe berfireh bike.

Hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi hinceta parastina ewlehiya sînorê xwe û avakirina herêma ewle, dixwaze penaberên sûrî yên li ser xaka Tirkiyê vegerîne herêmên Sûriyê yên dagirkirî. Lê di rastiyê de dixwaze binketina hikumeta Erdogan li ser gel veşêre.

Di berdewama daxuyaniyê de ev hate diyarkirin: "Êdî amanca Tirkiyê ji van êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji her kesî re xuyaye ku ew jî derbekirina yekitiya gelê herêmê û valakirina wê ji niştecihan e, mînaka wê jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ye. Ev jî qirkirineke etnîkî ye û dê bandoreke xeternak derxe holê, her wiha li herêmê rageşiyeke demdirêj çêke."

Hate diyarkirin ku kiryarên dewleta Tirk xeteriyê li dijî serkeftinên li hemberî DAIŞ`ê hatine qecenzkirin, çêdike. Hikumeta Erdogan hewl dide serdema Osmanî ji nû ve zindî bike û ev jî dê xeteriyê li ser Sûriyê û herêmê tevdî pêk bîne. Li aliyekî din jî kiryarên Tirkiyê û çeteyên wê li herêmên dagirkirî pêk tîne isbat dike ku dixwaze Sûriyê hilweşîne û projeyên demokratîk têk bibe, lewma divê hemû hêzên niştimanî yên sûrî û civata navneteweyî li beramberî vê plana xeter a li dijî gelê Sûriyê hişyar bin û hate gotin: "Gelê herêma Rojhilat bi şêx, rûspiyên xwe, rewşenbîr, jin, karker, cotkar, mezin û biçûkên xwe ji gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û gelê xwe yên li Serêkaniyê û Girê Spî û Efrînê re soz didin ku em ê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî li ber xwe bidin."

Di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîd û birîndaran hate mîsogerkirina armancên gel û serkeftina projeya neteweya demokratîk hate dayîn.

Xwepêşandêran alên QSD`ê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Partiya Sûriya Pêşerojê rakirin û ber bi kolana sereke ya bajarokê Hecînê ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê ve meşiyan. Beşdaran sloganên "Azadî ji rêber Ocalan re” û “Na ji dagirkeriya Tirk re" berz kirin.

(eh)

ANHA