Çeteyên Feyleq El-Şam li Şêrawa welatiyek qetil kir

Çeteyên Feyleq El-Şam di 25’ê Hezîranê de welatiyekî ji navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî qetil kir.

Çeteyên Feyleq El-Şam li Şêrawa welatiyek qetil kir
29 hezîran, 2022   12:16
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên ji navçeya Şêrawa, çeteyên ‘Feyleq El-Şam’ ên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Seîd Ehmed Şêx Elî (55) yê bi “Ebû Luqman” tê nasîn ku ji gundê Biyê yê navçeya Şêrawa ye, qetil kir.

Têkildarî hûrgiliyên bûyerê, çavkaniyan da zanîn Seîd Ehmed Şêx Elî bi traktora xwe diçû gundê Xezawiyê da ku hin pêdiviyên xwarinê bikire, lê dema ji gundê xwe derdikeve 2 erebeyên çeteyên Feyleq El-Şam didin pey wî û dûre Seîd kuştî tê dîtin.

Li gorî çavkaniyan ji bo ku çete sûcê xwe binixumînin, traktorê diqulibînin da ku mirina Seîd Ehmed Şêx Elî wek encama qezayê xuya bike.

Çavkaniyan piştrast kir ku Seîd bi guleyekê ku li serê wî ketiye, hatiye qetilkirin û got: “Çeteyan cenazeyê wî xiste tûrekî reş, ji malbatê xwestin devê tûr venekin û wî zû veşêrin. Lê belê malbata wî israr kir ku tûr vekin û piştre veşêrin. Wê demê dibînin ku guleyek li serê wî ketiye. Malbata welatiyê hatî qetilkirin ji tirsa nikarin behsa mijarê bikin.”

Çavkanî her wiha da zanîn ku Seîd û kurê wî berê jî gelek caran ji hêla çeteyan ve hatibûn revandin, îşkence li wan hatibû kirin û gefa kuştinê lê hatibû xwarin.

(fr)

ANHA