​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê kesekî dolarê sexte bi kar dianî, girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê Hezîme yê Reqayê kesekî ku dolarên sexte bi kar dianîn, girt.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê kesekî dolarê sexte bi kar dianî, girt
29 hezîran, 2022   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku hêzên wan bi rêya şopandina karên derqanûnî, guman kir ku kesek dolarên sexte di bazirganiyê de bi kar tîne.

Bi wê re Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi operasyona şopandinê, komkirina îsbatan kir û dûre bi serdegirtinê ew kes û nêzî 3 hezar û 550 dolarên sexte yên li gel wî hatin girtin.

Di lêpirsînê de ew kes li xwe mikur hat ku pereyên sexte bi kar tîne û li sûkan xerc dike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn kesê destgirtî rakir Dozgeriya Giştî da ku têkildarî wî tedbîrên qanûnî yên guncaw pêk bînin.

(fr)