Leşkerên dagirkeriyê ji tirsa gerîla re nikarin serê xwe rakin

Leşkerên Tirk ên dagirker ji tirsa gerîla re nikarin serê xwe rakin û ew rewş bi saetan berdewam kir. Gerîlayan ew rewşa leşkerên Tirk qeyd kirin

Leşkerên dagirkeriyê ji tirsa gerîla re nikarin serê xwe rakin
29 hezîran, 2022   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji qadên gerîlayan dîmenekî nû tê. Tê diyarkirin cihê di dîmen de Zap e.

Du gerîlayên sûîqastvan ên di nav tîmên bitevger de ne, piştî  çalakiya sûîqastê bêyî ku cihê xwe deşîfre bikin, li tevgerên leşkerên Tirk temaşe dikin.

Gerîla dibînin ku dagirker nêzî wan in û ji ber vê bi dengekî nizm diaxivin.

Dagirkerên li qadê jî ji ber tirsan bi saetan nikarin serê xwe rakin.

Leşkerên Tirk ji tirsan bûne wekî keviran û bi fikara ‘Gelo wê fîşeka gerîla li min bikeve’ bi awayekî neçar xwe li mirîtiyê datînin.

Artêşa Tirk a ku di çapemeniya xwe ya şerê taybet de qaşo ‘Destanan dinivîse’ jî di kamerayên gerîlayan de tê qeydkirin.