Stoltenberg: Qebûlkirina endamtiya Swêd û Fînlandiyayê dê bi lez be

Sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg ragihand ku qebûlkirina endamtiya Fînlandiya û Swêdê li NATO’yê dê bi lez pêk were.

Stoltenberg: Qebûlkirina endamtiya Swêd û Fînlandiyayê dê bi lez be
29 hezîran, 2022   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg da zanîn ku xebata endamtiya Fînlandiya û Swêdê li NATO’yê bi lez pêk tê û dîroka endamtiya wan xwe dispêre erêkirina protokolên tevlêbûnê û erêkirina 30 parlamentoyan.

Jens Stoltenberg got piştî vexwendinê pêdivî bi erêkirina 30 parlamentoyan heye, ev jî dê demekê bixwe. Lê tê texmînkirin ku ev yek jî bi lez pêk were, ji ber ku hevalbend amade ne xebata erêkirinê di zûtirîn demê de pêk bînin.

Stoltenberg diyar kir ku sê civîna NATO’yê xwe bispêre têgeheke stratejîk a nû û dê bibe plana avakirina hevalbendiyeke pêşerojê.

Jens Stoltenberg eşkere kir ku Rûsya li ser ewlehiya NATO’yê "gefeke yekser" e. Stoltenberg destnîşan kir ku serokên NATO’yê dê di civînê de pabendî lêçûna zêde ya parastinê bin.

Her wiha Stoltenberg got dê NATO di sala bê de hejmara hêzên bersivdanê ji 40 hezarî derxe 300 hezarî.

(fr)