ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-06-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-06-2022
28 hezîran, 2022   23:00

-Nivîsgeha Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyekê li ber navenda meclisê dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Çilaxa şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) li navenda çandê ya navçeyê bi bîr tînin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya salvegera şehadeta şehîd Zîlan, Kongra Star a navçeya Amûdê merasîmê bîranînê li dar dixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Hesekê çalakiyekê ji bo xwedîderketina li berxwedana gerîla, li navenda bajarê Hesekê li dar dixin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi armanca nirxandina êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bandora wê li çareseriya siyasî, MSD'ê civîneke berfireh ji kesayetên siyasî, civakî û leşkerî yên bajarê Kobanê re li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveber û rûspiyên eşîrên herêma Efrînê got armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser herêmê ew e ku berxwedana şêniyan bişkîne, îradeya wan lawaz bike û teqez kir ku ev siyaset dê mîna siyasetên berê têk biçe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervanên QSD'ê diyar kirin li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ew stratejiyeke nû ya leşkerî amade dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Kobanê gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew ê rê nedin dagirkeran ku wan koçber bikin û bûyerên 2014'an dubare bike û ew ê xaka xwe biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên DAIŞ`î yên di Kampa Holê de zarokên xwe li ser fikirê DAIŞ'ê yê tundraw re perwerde dikin, da ku nifşeke din a çeteyan amade bikin ku gef li cîhan û herêmê dixwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê ûrî ya ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan, ji bo ku fikir û felsefeya Ocalan bigihîne tevahî gelan û azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bîne, karên siyasî û dîplomatîk dide meşandin. Berdevkê însyatîfê jî diyar kir ku ew hewl didin li seranserî Sûriyê kar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê teqez kirin ku ew amade ne di xendeqekê de li hember êrişên  li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û gotin: "Em ê parastina xaka xwe bikin û planên dewleta Tirk têk bibin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Tevgera Hemasê biryar da ku têkiliyên xwe bi hikumeta Şamê re vegerîne û der barê vê biryarê de tu agahiyên zelaltir neda. Medyayan li ser zimanê berpirsên Hemasê ev yek piştrast kirin. Gelo çi hatiye guhertin heta ku Hemas ev biryar da?

HEVPEYVÎN

- Medenî Ferho têkildarî polîtîkaya tecrîdê ya dewleta Tirk axivî û destnîşan kir ku ji dema Serhildana Şêx Seîd ve dewleta Tirk a dagirker li hemberî Kurdan polîtîkaya tunekirinê dimeşîne û got: “Dîlgirtina rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de, kuştina dîrokê ye. Tecrîdkirina rêber Ocalan duyemîn kuştina dîrokê ye. Gelê Kurd nikare van kuştinên dîrokî bi tewekkûlê himbêz bike.”

ANHA