​​​​​​​Şêniyên Kobanê: Em ji xaka xwe dernakevin

Şêniyên bajarê Kobanê gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew ê rê nedin dagirkeran ku wan koçber bikin û bûyerên 2014'an dubare bike û ew ê xaka xwe biparêzin.

​​​​​​​Şêniyên Kobanê: Em ji xaka xwe dernakevin
29 hezîran, 2022   03:31
KOBANÊ - MEYSA EKARÎ

Bertekên gel ên li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê zêde dibin. Der barê vê yekê jî şêniyên bajarê Kobanê yê herêma Firatê destnîşan kirin ku ew ê rê nedin dagirkeriya Tirk ku bûyerên 2014'an ên êrişa DAIŞ'ê dubare bibin û ew ê bi hemû awayan li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin.

'KILÎTA ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN DI FIKIRÊ RÊBER OCALAN DE YE'

Dayika Xanim Mihemed Hesen êriş û gefên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û bang li şêniyan kir ku dev ji xaka xwe bernedin ji bo felaketên ku hatine serê gelên herêmê bi taybetî ya 2014'an dubare nebin.

Dayika Xanim Mihemed zehmetiyên ku di dema koçberiya wan a ji ber êrişa DAIŞ'ê li ser Kobanê di 2014'an de kişandine bi bîr anî û hêvî kir ku ew zehmetî careke din dubare nebin.

Dayika Xanim Mihemed di axaftina xwe de destnîşan kir ku kilîta çareserkirina pirsgirêkan û rawestandina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di fikirê rêber Ocalan de ye, û wiha anî ziman: "Fikirê rêbertî çareseriya herî guncaw a rawestandina van gefan û çareserkirina kirîza Sûriyê ye."

Dayika Xanim wiha domand: "Ji bo rawestandina êrişan û çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê û herêmê, divê dewleta Tirk a dagirker tecrîda li ser rêber Ocalan bi dawî bike û dest bi diyalogê bike, ne dest bi êrişên leşkerî li ser herêmê û koçberkirin û kuştina şêniyên wê bike."

Dayika Xanim Mihemed teqez kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî şêniyên kantona Kobanê amade ne êrişên li ser herêmên xwe têk bibin, herêmê biparêzin û dev jê bernedin.

'EM XWE DISPÊRIN XWE Û EM Ê XAKA XWE BIPARÊZIN'

Girêdayî mijarê dayika Sedîqa Kurdo wiha anî ziman: "Gava DAIŞ di 2014'an de êrişî Kobanê kir, şêniyên wê rastî gelek zilm û zoran hat, hinek ji wan hatin kuştin û hinek jî hatin koçberkirin, niha jî dagirkeriya Tirk dixwaze heman tiştî dubare bike. Em vê carê ji malên xwe dernakevin, herkes amade ye xak û rûmeta xwe biparêze."

Her wiha dayika Sedîqa destnîşan kir ku Erdogan dixwaze şêniyên herêmê bi rêya êrişên nû, bi darê zorê koçber bike û armanca wî ya serke ew e ku gelê Kurd di welatê wî de tune bike û got: "Gelê Kurd êdî ji berê zanatir e û dev ji xaka xwe bernade."

Bi navê dayikên Kobanê dayika Sedîqa bang li şêniyan kir ku çekê rakin û li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin û got: "Em wek şêniyên herêmê, xwe dispêrin xwe û xwe naspêrin dewletên îdia dikin ku garantor û parêzvan in."

Welatiyê bi navê Cîhad Beşar wiha anî ziman: "Gava çeteyên DAIŞ'ê herêmên me dagir kirine û li dijî şêniyên wê komkujî pêk anîne, gelê me rastî gelek zehmetiyan hat. Îro jî dewleta Tirk a dagirker dixwaze wan bûyerên reş careke din dubare bike."

Beşar der barê mijara penaberiya ciwanan de wiha anî ziman: "Destên veşartî mijara penabertiyê belav dikin. Ez bang li ciwanan dikim ku dev ji vê xaka pîroz a ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan bernedin ji ber ku dagirkeriya Tirk şerekî taybet li dijî herêmê dide meşandin."

Di dawiya axaftina xwe de, Cîhad Beşar destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze tiştên hikûmeta Şamê nikaribû pêk bianiya, pêk bîne û got: "Dewleta Tirk a dagirker îro guhertinên demografî û koçberkirina bi darê zorê li herêmên dagirkirî dide meşandin, êdî armanca wê xuya ye ku dixwaze Kurdan tune bike, ji ber wê jî divê gelê Kurd li dijî van planan rabe."

 (mh)

ANHA