'Çalakiya şehîd Zîlan dengê berxwedana kurdan li cîhanê veda'

Tevgera Jinên Ciwan a Helebê bi meşekê şehîd  Zeyneb Kinacî (Zîlan)  di salvegera şehadeta  wê de bi bîr anî.

'Çalakiya şehîd Zîlan dengê berxwedana kurdan li cîhanê veda'
28 hezîran, 2022   20:11
HELEB

Di salvegera 26'an a şehadeta têkoşer Zeyneb Kinacî (Zîlan), Tevgera Jinên Ciwan a Helebê meşek li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist.

Beşdar li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li beşê rojava ji taxa Şêxmeqsûd, kom bûn, alên Tevgera Jinên Ciwan, meşale û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildan.

Meş li nav kolanên taxa Şêxmeqsûd bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” geriya û banga bilindkirina asta têkoşîn û azadkirina fîzîkî ya rêber Ocalan hate kirin.

Meş li Goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqûsd û Eşrefiyê veguherî mîtîngê.

/ar/uploads/files/2022/06/28/192424_nadya-ywsf.webp

Endama rêveber a Tevgera Jinên Ciwan Nadya Yûsif îşaret pê kir ku xeta ku şehîd Zîlan ji bo jinên ciwan û tevahiya jinên Kurdistan û cîhanê xêz kiriye, winda nabe û got: "Lê têkoşîn dê were xurtkirin heta ku xeyalên şehîd Zîlan û şehîdên din werin bicihanîn."

Nadya Yûsif destnîşan kir ku çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan dengê berxwedana kurdan li cîhanê veda. Her wiha diyar kir ku tova berxwedan û fedakariyê ji nav fikirê Zîlan yê di dilê her kurdekî de, derketiye.

 (mh)

ANHA