Şehîd Zîlan li Qamişlo hat bîranîn

Zîlan (Zeyneb Kinaci) di salvegera 26'an a şehadeta xwe de li Qamişlo hate bîranîn.

Şehîd Zîlan li Qamişlo hat bîranîn
Şehîd Zîlan li Qamişlo hat bîranîn
Şehîd Zîlan li Qamişlo hat bîranîn
28 hezîran, 2022   17:42
QAMIŞLO

Bi wesîleya salvegera 26’emîn ya şehadeta şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) de, Kongra Star a kantona Qamişlo li taxên Enteriyê û Kornîş semîner organîzekir. Bi dehan endamên Kongra Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) beşdarî semîneran bûn.

/kr/uploads/files/2022/06/28/175513_.webp

Di semînera li taxa Kornîş hate dayîn de, piştî deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan, endama Kongra Star Elefteriya Harûn nameya şehîd Zîlan xwend. Nameya şehîd Zîlan wisa dest pêk dike:  “Ez di sala 1972’an de li navenda bajarê Malatya hatime dinyayê. Ez bi eslê xwe ji gundê Elmali yê girêdayî bajarê Malatyame. Ez di sala 1995’an de li herêma Dêrsimê beşdarî nav refên artêşbûm. Ez dikaribim bêjim di nava refên artêşê de hîn zêdetir min kesayeta xwe nas kir û pêşketin afirandin, ez dikarim bibêjim di aliyê îda, biryar, moral û zanebûnê de ez bi hêztir bûm. Divê em li gorî bîr û baweriya rêbertî û li gorî tekoşîna rêbertiyê xwe amede bikin. Bi awayek xurt xwedî li erkên xwe yên demê derkevin.”

Di berdewamiya namê de şehîd Zîlan wiha dibêje: “Îdaya min ya jiyanê gelek mezin e, ez dixwazim bibim xwedî jiyanek bi wate û çalakiyek mezin. Têkoşîna me ya di bin pêşengîtiya rêber Apo de dimeşe wê di demek herî kin de bigihêje serkeftinê. Gelê me yê mezlûm wê di nava malbata gelê cîhanê de cihê xwe yê giranbuha bigre û bigihêje mafê xwe.”

Li taxa Enteriyê jî ji aliyê endama Kongra Star Evîn Gever ve semîre hate dayîn.

Destpêka semînerê de Evîn Gever wiha got: “Em ê carek din bêjin em ê di rastiya şehîdanê xwe û şoreşgerên xwe de gavên mezin û xurtir di vê demê de bavêjin. Ruxmî ku heval Zîlan bi fîzîkî zehmetî dijiya lê belê tu caran gav paşde neavêt, hetanî gihişt ti armanca xwe.”

Di dawiya semînerê de bi diruşemeyên “Şehîd namirin',  ''Bêjî serok Apo û " Jin jiyan azadî'' semîner bi dawî bûn.

(dg)

ANHA