Pirtûka Stêrkên Geşbîn hat îmzekirin

Pirtûka Stêrkên Geşbîn a taybet bi Pêşbirka Nivîskarê Pêşerojê bi şahiyek hat îmzekirin.

Pirtûka Stêrkên Geşbîn hat îmzekirin
Pirtûka Stêrkên Geşbîn hat îmzekirin
Pirtûka Stêrkên Geşbîn hat îmzekirin
Pirtûka Stêrkên Geşbîn hat îmzekirin
Pirtûka Stêrkên Geşbîn hat îmzekirin
Pirtûka Stêrkên Geşbîn hat îmzekirin
28 hezîran, 2022   18:23
QAMIŞLO

Desteya Çandê ya herêma Cizîrê şahiya îmzekirina pirtûka Stêrkên Geşbîn ya pêşbirka Nivîskarê Pêşerojê, li Parka Xwendinê ya li Qamişlo, li dar xist.

Şahî bi amadebûna bi dehan xizmên zarokên ku pirtûk derxistine hate lidarxistin. Di destpêka şahiyê de endamê komîteya amadekar a Pêşbirka Nivîskarê Pêşerojê,  Ebdulmecîd Xelef diyar kir ku armanca pêşbirkê ew e ku asta xwendinê li cem zarokan were pêşxistin û behreyên wan werin vedîtin ji bo di pêşerojê de bibin nivîskar .

Piştre, şanoyek bi navê “Parastina Jîngehê” ji aliyê komîteya amadekariyê ya pêşbirkê Nivîskarê Pêşerojê  ve hate pêşkêşkirin.

Pirtûk ji gelek çîrokên kurdî û erebî yên ku di pêşbirka Nivîskarê Pêşerojê” de yên serkeftî bûne, pêk tê.

Piştre pirtûk ji aliyê zarokên nivîskar ve hat îmzekirin.

Pêşbirka Nivîskarê Pêşerojê ji 2020’an ve bi rengekî salane tê lidarxistin. Pirtûka yekemîn a bi navê “Kenê Buharê” jî hate çapkirin.

(mh)

ANHA