​​​​​​​Li deriyê sînor ê Deştanê şerekî dijwar di navbera gerîla û artêşa Tirk de rû da- HATE NÛKIRIN

Hate ragihandin ku ji ber şerekî dijwar ê di navbera artêşa Tirk a dagirker û gerîlayên HPG’ê de yên li Deriyê sînor ê Deştanê, derî hat girtin.

​​​​​​​Li deriyê sînor ê Deştanê şerekî dijwar di navbera gerîla û artêşa Tirk de rû da- HATE NÛKIRIN
28 hezîran, 2022   16:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ANF'ê, Li nêzê deriyê sînor ê Deştanê (Uzumlu) yê li ser sînorê Çela Colemêrgê ya bi Başûrê Kurdistanê  re, di nava gerîlayên Hêzen Parastina Gel (HPG) û artêşa Tirk a dagirker de şerek dijwar rû da.

Hat zanîn ku piştî  şerê bi saetan, deriyê sînor hatiye girtin û gelek ambûlans sewqî herêmê hatine kirin.

7 karmendên gumrikê yên bi destpêbûna pevçûnê re wenda bûn, ne xuya ne.