Şehîdên komkujiya Kobanê li ser gorên wan hatin bîranîn

Şehîdên komkujiyên 25'ê Hezîranê ku çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê pêk anîbûn, li ser gorên wan hatin bîranîn.

Şehîdên komkujiya Kobanê li ser gorên wan hatin bîranîn
Şehîdên komkujiya Kobanê li ser gorên wan hatin bîranîn
Şehîdên komkujiya Kobanê li ser gorên wan hatin bîranîn
Şehîdên komkujiya Kobanê li ser gorên wan hatin bîranîn
Şehîdên komkujiya Kobanê li ser gorên wan hatin bîranîn
25 hezîran, 2022   18:44
KOBANÊ

Çeteyên DAIŞ'ê di saetên barbanga 25'ê Hezîrana 2015'an de komkujî li gundê Berx Batan û bajarê Kobanê pêk anîn. Di encamê de derdora 600 weletî bûn qurbanî.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2022/06/25/180731_aarf-baly.jpg

Bi vê wesîleyê bi sedan şêniyên kantona Kobanê berê xwe dan goristana şehîdên komkujiyê ya li ser rêya Cerablusê li bajarê Kobanê û goristana şehîdên komkujiyê ya li gundê Berxebtanê û şehîdên komkujiyê bi bîr anîn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê Mûdîriyeta Jîngehê ya herêma Firatê Arif Balî got: “Îro em wan kesên ku bi têkiliyeke giyanî bi xaka xwe ve girêdayî bûn û bûn qurbaniyên terora berpirsên tirk û çeteyên wê bi bîr tînin

Arif Balî wiha domand: “Ji bo careke din komkujî dubare nebe, divê em xwedî li vê xakê derkevin û şerê gel ê şoreşgerî ji xwe re esas bigirin ji bo em serkeftinê misoger bikin. Dijminê me hov e û bê exlaq e, bi awayekî eşkere ji me re dibêje ez ê we qir bikim, tiştê ku li bajarên dagirkirî wek Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bûye û hê dibe, zikreşiya dijmin ji me re diyar dike.”

Di merasîmê li goristana  gundê Berx Batan de,  hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto axivî.

Mistefa Êto got: “Armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku me bide koçberkirin, lê vegera şêniyan bû kelemek di çavên dewleta dagirker de, ji ber vê yekê jî çeteyên xwe derbasî xaka me kirin da ku komkujiyan li dijî şêniyan pêk bînin.”

Mistefa Êto bang li şêniyên herêmê kir ku li ser şopa şehîdan bin heta pêkanîna azadiyê.

Merasîm bi pêxistina mûman li ser gorên şehîdên komkujiyê bi dawî bû.

 (mh)

ANHA