QSD’ê serçeteyekî berê yê DAIŞ’ê girt

QSD’ê serçeteyekî berê yê DAIŞ’ê ku destê wî di sûcên qetilkirin û darvekirinê de hebû bi operasyoneke ewlehiyê li taxa Ezîziyê ya Hesekê girt.

QSD’ê serçeteyekî berê yê DAIŞ’ê girt
26 hezîran, 2022   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî girtina serçeteyî berê yê DAIŞ’ê wiha got: "Yekîneyên me yên taybet li Hesekê operasyonek pêk anî, di encamê de serçeteyekî herêmî yên berê di rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst de bû, girt. Ew operasyon di çarçoveya operasyonên girtin û serdegirtina şaneyên çalak û veşartî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tên lidarxistin."

Navendê da zanîn ku operasyon Ii taxa Ezîziyê ya Hesekê hate lidarxistin û ew serçete hate girtin. Serçete mayîn û motorsiklêtên bombebarankirî vediguhastin Hesekê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha endamên rêxistina DAIŞ’ê vediguhastin, malbatên serçeteyên biyanî ji kama Holê direvandin. Berê jî di rêxistina DAIŞ’ê de mîr bû û destê wî di sûcên darvekirin û qetilkirina sivîlan de heye.

Li gorî navendê, tevgerên serçete hatin şopandin, agahiyên li ser wî hatin komkirin û cihê wî hate tesbîtkirin, bi wê re bi ser mala wî de hate girtin. Banga tesmlîbûnê hate kirin, wî piştre xwe radest kir, mal hate keşfkirin, çek û amûrên teknîkî, leşkerî û belgeyên li cem wî hatine dîtin, hatin desteserkirin.

Navenda Ragihandina QSD’ê teqez kir ku bi desteka Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ku armanc bi rêya çavdêriya asîmanî kir, operasyon hate lidarxistin. Koalîsyona Navneteweyî bi armanca rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst ewlehî û îstîqrara herêmê tev li hev neke yan jî kedên ji bo pêkanîna îstîqrara li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qelse neke, destekê dide QSD’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YAT’ê.

(fr)